Şewata ku leşkerên Tirk bi çiyayê Cûdî ve xist, dewam dike
Şewata ku ji ber leşkerên Tirk bi çiyayê Cûdî ve ketiye, hîn jî nehatiye vemirandin.
Şewata ku ji ber leşkerên Tirk bi çiyayê Cûdî ve ketiye, hîn jî nehatiye vemirandin.
Li quntarên Çiyayê Cûdî yên berê xwe li gundê Şaxê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ye, leşkerên Tirk 18'ê Gulanê şewat derxistin.
Ji bo vemirandina şewatê hîn tiştek nehatiye kirin. Gundê Şaxê ku sala 1993'an hate valakirin, bi hinceta ku qada leşkerî ye, kes nikare xwe bigihîne wê derê.
15'ê Gulanê jî li quntarê Çiyayê Cûdî yê li aliyê gundê Îkîzceyê şewat derketibû.