Şewata ji ber topbarana leşkeran li Şapatanê derket nayê tefandin

Li bejahiya gundê Şapatanê yê Şemzînanê, şewata ku ji ber topbarana leşkerên Tirk derket, ev 2 rojin dewam dike.

Li bejahiya gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê şewata 2 roj berê derket didome. Şewata ku bi 2 kîlometreyan dûrî navçeya Şemzînanê ji ber topbarana leşkeran derket dewam dike. Roja 27'ê Tebaxê Walîtiya Tirk a li Colemêrgê li herêmê 7 rojan derketina derve qedexe kiribû. Piştî îlana qedexeyê li bejahiya Elde Serero ya herêma Kanîbotkê, Piştdarê û Dolê şewat derketibû. Şewat 2 rojin didome. Şewata ku 300 metre nêzî gund e, welatiyan dixe nava fikaran. Rayedarên dewletê ne agir ditefînin ne jî destûr didin ku welatî bi xwe bitefînin. Heta niha gelek gelek dahl û rezên welatiyan şewitîne.