Şewat belavî Pulûr dibe: Mudaxele nayê kirin

Rê nayê dayîn ku gel biçe şewata ku li Xozatê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye pêxistin, bê vemirandin. Şewat belavî Pulûrê bûye.

Şeata ku 17’ê Tebaxê leşkerên Tirk li navçeya Xozat a Dersimê agir berdabû daristanên dikeve navbera Tanzig, gundê Kûrûkaymak û gundikê Koçeri destpêkiribû, belavî gundên Ûzûnmeşe, Degîrmendere, Derekoy, gundê Karper a navçeya Pulûr û gundikên Çamûrek û Hinzorî bûne.

RÊ NADIN KU GEL AGIR VEMIRÎNIN

Gel diyar dike ku 16’ê Tebaxê Balafirên Keşêfê yên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) 3 caran bombe li qadê barandine. 17’ê Tebaxê jî helîkopterên şer bombe li qadê barand û şewat derket. Gel diyar kir ku şewat 12 roj in didomin û got: “Li gel ku mudaxeleyî şewatê nayê kirin, rê nadin ku welatî jî biçin agir vemirînin. Daristan bûn xwelî. Bi rojan e şewat didome, dûyek bilind li herêmê heye.”

Gundiyek ji gundê Karper anî ziman ku gundê wan sala 1994’an jî hatiye şewitandin û got: “Eger mudaxele neyêkirin, wê dubare gund bişewite. Her wiha şewat gihiştiye gundikên Çamûrek û Hinzorî yê. Divê ji esmanan ve mudaxeleyî şewatê bê kirin.”