Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn

Xwendkarê zanîngehê Şerzan Kûrt ê li Mûglayê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, di salvegera 12‘emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şerzan Kûrt ê xwendkarê pola duduyan ê Beşê Fakulteya Karsaziyê ya Zanyariyên Aborî û Îdarî yê di êrîşên li Mûglayê yên li dijî xwendkarên Kurd de bi guleya polîsan hat qetilkirin, di salvegera 12‘emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayik û bavê Kûrt, Wekîlê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ji karê xwe hat bidûrxistin û qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Malbatên Xizmên li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Wenda Kirine ya Êlihê (MEBYADER) û Rêxistina HDP’ê ya Êlihê tev li meresima bibîranînê ya li Goristana Karşiyakayê hat lidarxistin bûn.

‘RÊYA WAN WÊ RÊYA GELÊ KURD RONÎ BIKE’

Di bîranînê de bav Omer Kûrt axivî û anî ziman ku 12 sal derbas bûne lê hêj jî êşa wî taze ye û got: “Ciwanên bi ciwanî canê xwe ji dest didin gel û malbat pir pê diêşin. Hedefên ciwanên ji bo armanc û hêviyên xwe têdikoşin, heta ku gel bi wan re be wê pêk bihên. Rêya gelê Kurd bi wê bi hêviyên Şerzan û hevalên xwe ronî bibe û wê hedefên wan teqez rojekê bi cih bihên. Şerzan ne kurê min lê yê vî gelî ye. Ên ku li ser vê axê şehîd bûne ewladên me ne. Em ê tu car wan ji bîr nekin û terka têkoşîna wan nekin.“

‘DI HER MALÊ DE ŞERZANEK HEYE’

Piştî axavtinên bav Omer Kûrt, Wekilê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî axivî. Tiryakî da zanîn ku doza Şerzan Kûrt mînakeke herî giring a polîtîkaya necezakirinê ye û wiha pê de çû: “Qetilkirina Şerzan Kûrt, nîşaneyeke herî giring a êrîşên bi faşîstî yên li zanîngehan çawa di bin kontrola polîsan de dihên birêvebirin. Di pêvajoya dadgehkirinê de derket holê ku polîs çawa bi zanebûn Şerzan kuştiye. Lê kujer birin cihekî dûrê çavan. Darizandin li Eskîşehirê hat kirin. Ên ku dixwazin me qetil bikin, dixwazin ên mane bitirsînin. Lê em tu car piştî komkujiyan serî netewand. Me gav paşde neavêtiye û em ê neavejin. Piştî qetilkirina Şerzan, her kes navê Şerzan li zarokê xwe kir. Niha di her malê de Şerzanek heye.“