Şervanên YJŞ'ê: Em ê xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde bikin

Şervanên YJŞ'ê destnîşan kirin ku wê bi têkoşîneke xurt bersivê bidin komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û gotin, "Weke jinên Êzidî em ê ti carî nehêlin ku ev dewletên faşîst komploya xwe bidomînin."

Di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêberê gelê Kurd yê ku bi fikr û ramanê xwe bû hevî û vîna tevahî gelên azadîxwaz, ji aliyê hêzên navneteweyî ve komployek hate kirin. Li hemberî vê komployê li her dera cîhanê bi pêşengtiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan raperîn hîn kûrtir bû. Piştî fermana ku di sala 2014’e ji aliyê hêzên komploger ve bi navê DAIŞ’ê hat pêkanîn, jinên Êzidî bi nasnameya YJŞ’ê li ser fikr û ramanên Rêberê gelê Kurd xwe birêxistin kirin û hêza parastina xwe ya rewa avakirin. Şervanên YJŞ’ê li ser 20’emîn sala têkoşîn û berxwedaniya li hemberî komploya nawneteweyî ji ajansa me ANF’ê re axivîn. Şervanan diyar kirin ku tecrîta îro li ser Rêberê gelê Kurd Abdulllah Ocalan tê meşandin jî berdewamiyaa komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye û gotin; “Em ê tu carî tecrîda li ser Serokatiya xwe qebûl nekin.”

‘KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ BI ARMANCA BIDAWÎKIRINA VÎNA GEL HATIYE PÊKANÎN’

Ji şervanên YJŞ’ê Îmralî Ocalan ya ku li ser komploya navnetewî axivî û da diyarkirin ku ev komplo bi armanca bidawîkirina vîna gelên azadîxwaz hatiye pêkanîn û got; “Di destpêkê de em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin ya ku li ser Rêberê mirovahiyê hat pêkanîn. Armanca komploya ku li ser Serokatî hatiye pêkanîn ev e ku, dixwazin gelê Kurd bi aramî nejîn û çanda xwe ji bîr bikin. Em jî wek şervanên YJŞ’ê komploya ku 15’ê Sibatê li ser Rêbertî pêk hatiye, tu carî qebûl nakin û sala 2018’an em ê bikin sala serkeftin û azadiya fîzîkî ya Serok Apo.”Îmralî di nav axaftinên xwe de bal kişand li ser fikra Rêberê gelê Kurd û wiha berdewam kir; “Felsefeya Serokatî wekhevî û azadî bû. Ji bona vê jî hêzên faşîst nexwest gel bi felsefeya Serokatî re bi azadî bijî. Girseyeke gelê berxwedêr û azadîxwaz li pişt Serokatî heye. Ji ber vê jî hêzên faşîst di şexsê Serokatî de komplo pek anîn. Dijmin dixwest fikr û ramanên Serokatî di nav gel de belav nebe. Lê belê dijminên faşîst ên ku li ser Serokatî komplo pêkanîn, dixwazin gel bikin koleyên xwe û ji xwe re yekdewletiyê ava bikin. Felsefeya Serokatî jî ev fikr qebûl nekir. Serokatî dixwest her gelek bi vîna xwe, çanda xwe, bi zimanê xwe bijî, her civakek bikaribe bi aştî û wekhevî di nav hev de bijî û cudahî navbera civakê de nebe. Dijmin ev felsefe qebûl nekir û her tim li ser gelê Kurd qetlîam pek anî. Artêşa Kurdan heye, hêza Kurdan heye. Ji bo ku Kurd nebin ya xwe û tevahî civak, cîhan nebe ya xwe û xwe neparêze, hêzên faşîst her milî de êrîş dikin. Piştî ku komploya 15 Sibatê li ser Serokatî pêk hat, di warê fîzîkî de Serokatî girtin, armanca dijmin ev bû ku gelê Kurd teslîm bigirin. Lê belê fikr û ramanê ku Serokatî ji bo gelê Kurd hiştiye, heta niha li ser vî em xwe perwerde dikin. Em ê heta dawî li ser vê fîkrê xwe perwerde bikin. Bi hezaran gelên cîhanê li pêy fikrê Serokatî ne. Em dibêjin sala 2018’an em ê bikin sala azadkirina fîzîkî ya Serokatî. Wek hêza jin YJŞ em careke din dibêjin ku em tecrîta li ser Serokatî qebûl nakin.”

‘SALA 2018 WÊ BIBE SALA SERKETINÊ’

Ji şervanên YJŞ’ê Hêvîdar Şengal jî anî ser ziman ku komploya 15’ê Sibatê bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd hatiye pêkanîn û got; “Em di serî de komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Wekî ku tê zanîn dewleta faşîst çawa komploya ku li ser Serokatî pêk anî, diyar e ku ne bi tenê dewleta faşîst, tiliyên dewletên din jî tê de heye. Vê dewleta faşîst xwest ku, komploya ku pêk anîne hîn behtir kûr bikin û hîn bêhtir bi vê komployê, xwe mezintir bikin. Em wekê jinên Êzidî tu carî nahêlin ku vê devleta faşîst komploya xwe berdewam bike. Sala 2018’an wê bibe, sala serkeftinê û ji bo me bibe sala tolhildanê. Li ser vî esasê em bikaribin Serokatî azad bikin.”