Şervanekî YBŞ'ê li Tilizêr şehîd bû

YBŞ'ê ragihand ku şervanê wan Xidir Mûrad Îdo (Xidir Hebabî) roja 21'ê Adarê li ser rêya Tilizêr dema ku li ser karê xwe bû, di encama qezayê de şehîd bûye.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanekî wan şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Xidir Mûrad Îdo bi nasnav Xidir Hebabî, 21'e Adarê li ser rêya Tilizêr dema diçû ser karê xwe, di encama qezayê de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di demeke wiha girîng de şehadeta hevrêyê wan Xidir Hebabî windahiyek giran û cihê xemgîniyeke mezin e.

YBŞ'ê diyar kir ku hevalê wan Xidir ji destpêka fermanê û vir ve ji bo rizgarkirina xelkê xwe bi erk û berpirsyariyeke mezin tevgeriya û destnîşan kir ku têgihiştin, ezmûn, afirînerî û hebûna xwe bi temamî xiste bin xizmeta gelê xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser axa pîroz, bi çand, ol û dîrokê xwe ve girêdayî di nav berxwedana dîrokî ya Şengalê de cihê xwe girt. Hevrê Xidir di asta fermandarî de erk girtiye û heya roja xwe ya dawî jî bi awayekî serketî erka xwe bi cîh aniye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê doza hevrêyê xwe Xidir dewam bikin, armancên wî pêk bînin û li ser vê bingehê ji malbata Xidir Mûrad Îdo û tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurd re sersaxî hate xwestin.