Şervanê YBŞ’ê Qasim dema bi erka xwe radibû şehîd bû

YBŞ’ê ragihand şervanê wan ê bi navê Merwan Murad Qasim, li Şengalê dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê deşehîd bûye.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî, ragihand şervanê wan ê bi navê Merwan Murad (Merwan Murad Qasim), li Şengalê dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê deşehîd bûye.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Merwan Mûrad bi dilnizmî, bi ruhsivikî û sekna xwe bûye yek ji hevalên ku mînak bê girtine. Bi hêreskî mezin a şoreşê, bi hêrs û înadeke ya tolhildanê di xwe de dayî avakirin di eniyên pêş ên berxwedanê de bi çeka xwe cih girtiye. Bi hêrsa xwe ya tolhildanê ya di şer de, ji bo êş û azarên gelê xwe yê kişandî hesab ji dijmin bixwaze, bêsebir û bê tirs tim ji aliyê hevrêyên xwe yên derdor ve bûye çavkaniya moral û heskirinê. Bi sekna xwe ya dilrehm û kedkar jiyanek têr û tejî li pey xwe hiştiye.

Şehadeta hevrêyê me Merwan ji bo me windahiyeke mezin û bi êş e. Di serî de weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê sersaxî ji malbat hevrêyê xwe Merwan û hemû gelê welatparêz dixwazin. Em soza şopandina rêya şehîd û xwedîderketina mîrasê bi xwîna xwe ji bo me hiştîn didin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Merwan Murad

Nav û Paşnav: Merwan Murad Qasim

Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/ Sibata 2018”