Şervanê YBŞ’ê Mahîr Tayawî li Efrînê şehîd bûye

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan ê bi navê Mahîr Tayawî di berxwedana Efrînê de şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mahîr Tayawî yê bi eslê xwe ji pêkhateya Ereb di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi qehremanî şehîd bûye.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Hevrêyê me Mahîr Tayawî yê ku bi dildar tevlî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibû ku li dijî dewleta dagirker û faşîst a Tirk û çeteyên wê şer dikir şehîd bû.

‘BI RUHEKÎ FEDAYÎ Û MILÎTANEKÊ ŞER KIR’

Hevrêyê me Mahîr bi eslê xwe ji pêkhateya Erebe. Ji ber ku hevrêyê me Mahîr rastî û kirîza ku li Rojhilata Navîn dît û yekane rêya çareseriya vê jî di hêza li herêmê YBŞ’ê de dît û ji bo wê tevlî hêzên YBŞ’ê bû.Hevrêyê me Mahîr di pêvajoya ku tevlî bûye heta kêliyê dawî bi ruhekî fedayî weke milîtanekê şer kir. Di nava hevrêyên xwe de bi dilnizmî û ruhsiviktiya xwe dihate naskirin û hevrêyeke mînak bû. Di qonaxa tê de tevlî hemû çalakiyên bûye bi awayekî aktîf cihê xwe girtiye û di eniyên pêş ên şer de di asta fermandariyê de cihê xwe girtiye.

‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BI DILDARÎ TEVLÎ BERXWEDANA EFRÎNÊ BÛ’

Hevrêyê me Mahîr di pêvajoya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de wijdana wî xwe li qetlîamê ranegirtiye û cihê xwe di nava refên YBŞ’ê de girtiye û li dijî vê hişmendiya qirêj û hov têkoşîneke xurt daye kirin. Dewleta TC a hov û çeteyên wê vê carê berê xwe dabû Efrînê û li wir gelê Efrînê û herêmê qir dikir. Hevrêyê me Mahîr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi însyatîfa xwe weke dildar tevlî Berxwedana Serdemê bû û li wir li ber xwe da. Hevrê yê me Mahîr ji bo li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn a li ser gelên hejar dayî destpêkirin bibe bersiv, têkoşînek pir xurt da kirin. Di demê herî têkoşîn xurt de bi aktîf cihê xwe girt. Bê ku dudiliyê bijî, heta kêliya dawî şer kir û şehîd bû.

Di kesayeta hevrêyê xwe Mahîr Teyawî de hemû şehîdên Berxwedana Azadiyê bîbîr tînin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Wê şehîdbûna hevrêyên me yên binirx hê zêdetir girêdana me ya bi şoreşê re xurt bike. Em ê ala berxwedanê ya dewrî me hatî kirin heta serkeftinê bilind bikin.”

Nasnameya şervanê YBŞ’ê yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Mahîr Tayawî

Nav û Paşnav: Ahmet Zahir Îsa

Cihê Jidayikbûnê: Baac/1990

Cihê û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 2018