Şenyaşar: Malbata min tune kirin, kujer serbest in

Malbata Şenyaşar, ku di salvegera 3'emîn a komkujiyê de berxwedana xwe dewam dike, ev peyam da: "Malbata min tune kirin. Kujeran vedişêrin."

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de di 14’ê Hezîranê de xizm û alîgirên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeha Malbata Şenyaşar û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê êrişî ferdên malbatê kir û ji heman malbatê Hacî Esvet Şenyaşar û du lawên wî Celal û Adil qetil kirin. Di bûyerê de birayê Yildiz ê AKP’yî jî hat kuştin. Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û ev sê sal in girtî ye. 3 sal di ser êrişa li dijî Malbata Şenyaşar de derbas bû lê hêj kujer nehatine darizandin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji bo edalet pêk were 98 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin.

Malbat di salvegera komkujiyê de îro jî serê sibê hatin ber edliyeyê û çalakiya xwe domand.

Emîne Şenyaşar anî ziman ku 3 meh in ew li ber edliyeyê li edaletê digerin û wiha got: “Li ber edliyê berê me dan, li me dan, me xistin nezaretxaneyan, me derxistin dadgehan. Lê yên ku qetliyamê pêk anîne serbest digerin. Kurê Fadil 3 sal in bi tena serê xwe di hepsê de ye. Em çûn ku derê jî lê me edalet nedît. Çima qeydên nexweşxaneyê dernaxin û komkujiyê vedişêrin. Malbata min li ber nexweşxaneyê qetil kirin û li çepikan dan. Bila kujer werin girtin. Ev 3 sal in min çi kir jî lê min edalet nedît. Ez heta Enqereyê çûm jî lê edalet nîne. Dozger çima vê komkujiyê diveşêrin. Çima vê yekê li me dikin. Malbata min qedandin."

Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku îro salvegera komkujiya li dijî malbata wî pêk hatiye ye û wiha got: “Parlemnterek û xizmên xwe li ber nexweşxaneyê 3 ferdên malbata me qetil kirin. Di ser vê qetliyamê de 3 sal derbas bûn. Dosye li ber destê serdozger e û hêj dozê venekiriye. Têkildarî êrişî kes negirtine. Ev sê meh in em edaletê dixwazin. Niha Serdozgerê Komarê yê Rihayê kujeran diparêz e û sûc dike. Dibe şirîkê sûc û wezîfeya xwe nebaş bikar tîne. Heke rojek edalet pêk were wê ev dozger û dadger jî werin darizandin. Em ê giliyê wan bikin. Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Em îro neçûn goristanê. Çimkî tenduristiya diya min nebaş e û êdî nikare tiştên hatine serê wê ragire. Ev 3 meh in dayikek li ser peyarêyê li edaletê digere. Em dixwazin her kes piştevaniya vê qîrîna edaletê bike.”

Nobeta malbatê ya li ber edliyeyê berdewam dike.