Şenyaşar: Ez ê çalakiya xwe ya nobedê dewam bikim

Emîne Şenyaşar anî ziman ku heta kurê wê Fadil bê berdan wê nobeda edaletê dewam bike û destnîşan kir ku heta kujer bêne girtin û kurê wê bê berdan, wê li qada çalakiyê be.

Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê di nobedê de ye, bi bîr xist ku çalakiya wê sê meh li pey xwe hişt û got, "Kesên ku tên serdana me, bêhna me fireh dike. Pêwîstiya me bi alîkariya her kesî heye."

Malbata Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 40 salan esnaftî dikir, 14'ê Hezîrana 2018'an bi fermana endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, bû hedefa êrişê. Yildiz ku ji bo karê hilbijartinê digeriya, kete dikana Malbata Şenyaşar û ji wan pirsî "Daxwazek we heye?" Malbatê jî jê re got, "Mirovên li derdora xwe hişyar bikin, destdirêjiyê li şêniyên navçeyê dikin, gotinan diavêjin jin û keçan. Bila me aciz nekin." Li ser vê yekê Yildiz ê AKP'î dema ji dikanê derket bi çavên xwe işaret da kesên li gel xwe û xwest "êriş" bikin. Xizm û parêzvanên Yildiz ê AKP'î yên êrişî Malbata Şenyaşar kirin, Fadil, Adil, Mûhammed, Mehmet, Ferît û Celal Şenyaşar birîndar kirin. Ferdên malbata Şenyaşar bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Lê belê xizmên Yildiz li nexweşxaneyê jî êriş bir ser malbata Şenyaşar.

BI BIRÎNDARÎ QETIL KIRIN

Bav Haci Esvet û dayik Emîne Şenyaşar ên bi bûyerê hesiyan, çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Dema ku gihîştin nexweşxaneyê dîtin ku xizmên Yildiz ê AKP'î nexweşxane tijî kirine. Xizmên Yildiz dema ku çav li bav û dayik Şenyaşar ketin, êriş birin ser wan. Dayik Şenyaşar ber bi aliyê jinan ve dehf dan û gotin, "Ev jin e, bila jin wê bikuje." Bav Şenyaşar jî xistin nava xwe û bi kêr û çekê qetil kirin.

SÊ QETIL KIRIN, YEK JÎ DÎL HATE GIRTIN

Bav Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal Adil bi vî rengî hatin qetilkirin. Ji birîndaran Fadil Şenyaşar jî ji ber gefên xizmên Yildiz ê AKP'î ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê, ji wir jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê. Fadil Şenyaşar sê roj piştî komkujiyê id 17'ê Hezîranê de bi sûcdariya ku bira û parêzvanê Yildiz ê AKP'î kuştiye hate girtin û ew şandin Girtîgeha Xarpêtê. Tevî ku sê sal di ser re derbas bûne Fadil Şenyaşar hîn jî li Girtîgeha Xarpêtê di odeyekê de tê hiştin.

SÊ MEH IN ÇALAKIYA NOBEDÊ DIKE

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 92 roj in li ber Edliyeya Rihayê ji bo berdana Fadil Şenyaşar ê ku 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatiye berdan, ji bo cezakirina kujerên rastî xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î çalakiya 'Nobeda Edaletê' dikin.

Emîne Şenyaşar anî ziman ku ji bo pêkhatina edaletê wê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û bi bîr xist ku kurekî wê girtî ye, hevser û du kurên wê jî hatin qetilkirin. Şenyaşar anî ziman ku hevser û zarokên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, dîmenên kamerayan hatin jêbirin. Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet pêk were wê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam bikin.

MALA MIN, MALBATA MIN XERA KIRIN

Emîne Şenyaşar anî ziman ku kurê wê Fadil zêdeyî 3 sal in girtî ye û got, "Ji bo cezakirina kesên ku malbata min qetil kirin û ji bo berdana kurê min, zêdeyî 3 meh in em çalakiya rûniştinê dikin. Mala min, malbata min xera kirin. Ez êdî nikarim li malê rûnêm. Ji ber vê yekê em hatin ber edliyeyê û me dest bi çalakiyê kir. Polîs li vir jî dest ji me bernadin. Destgîr dikin, li zarokên min dixin. Zilmê li me dike, lê belê malbata Yildiz li gorî kêfa dilê xwe digere. Yên ku zarokên min qetil kirin bila bên girtin. Li Pirsûsê li pêş çavên min digerin. Ez naxwazim wan bibînim."

'YÊN KU TÊN SERDANA ME, BÊHNÊ TÎNIN BER ME'

Emîne Şenyaşar diyar kir ku heta kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan wê çalakiya xwe ya nobedê dewam bike û got, "Heta ku kujerên vê komkujiyê neyên girtin û kurê min neyê berdan, em ê ji dest ji çalakiyê bernedin. Rewşa min a tenduristiyê jî êdî dest nade. Pirsgirêk di çavê min, di dilê min de heye. Gelo dilê vê hikumetê qet naêşe. Mirovên xwedî wijdan têne serdana me. Bila xwedê ji wan razî be. Yên ku tên serdana me bêhna me fireh dike. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve jî serdana xwe bikin. Pêwîstiya me bi alîkariya her kesî heye."