Şêniyên Wanê: Kiryarên PDK'ê ne li xêra Kurdan e

Şêniyên Wanê diyar kirin ku kiryarên îro PDK li Başûr dike ne li xêra Kurdan e û destnîşan kirin, ku şerê navxweyî lawazî û têkçûna Kurdan e. Şêniyan gotin, "Em ji Wanê bang li PDK'ê dikin; bila neyê lîstikên dijmin."

Şêniyên Wanê, têkildarî amadekariyên şer ên PDK'ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ji ANF'ê re axivîn. Şêniyan nerazîbûn nîşanî van kiryarên PDK'ê dan û bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir ku ji van kiryaran vegere û ji bo yekîtiya neteweyî bixebite.

'BILA BARZANÎ JI VÊ XELETIYA DÎROKÎ VEGERE'

Nûrî Gur anî ziman ku ew bi ti awayî şerê Kurd bi Kurd qebûl nakin û got: "Kiryarên îro PDK li Başûr dike ne di xêra Kurdan de ye û ti Kurd vê hewldana PDK’ê qebûl nake. Ji ber ku şerê navxweyî ji bo paşeroja me pir talûke ye û em naletê lê dikin, şerê navxweyî lawazî û têkçûna Kurdane. Em ji Wanê bang li PDK’ê dikin, bila PDK neyên lîstokên dijmin. Bila PDK li dîroka xwe û Kurdistanê binêre ka heta îro dijminê xwînxwar ji bo Kurdan çi kiriye? Divê Mesûd Barzanî ji bo tifaqî û yekrêziya Kurdan bixebite, ez nehletê li şerê birakujiyê dikim. Hîna ne derenge bila ji vê xeletiya dîrokî vegere. Ev şer wê dawiya PDK’ê bîne, Barzanî bi destê xwe dawiya xwe tîne. Bila Barzanî li ber neynîkê li xwe binêre û baş bifikire ka heta niha Tirkiyeyê ji bo wan çi kiriye? Heta duh ji wî re digot, serok eşîr." 

'JI BO KURDAN TIFAQ Û YEKTÎTÎ PÊWÎSTE'

Gur destnîşan kir ku dagirkeran xaka Kurdistanê kiriye çar parçe û niha jî bi rêya hin Kurdan destketiyên Kurdan dixwazin ji holê rakin û wiha pê de çû: "Mesûd Barzanî gelek zû komkujî û enfalên serê Kurdan hatiye ji bîr kiriye. Ma Helebçe û Barzan çi zû ji bîra wan çû, ji dîrokê ve PDK timî ketiye xefka dijmin û timî berê tifinga xwe daye birayê xwe. Ez li ser navê xwe û li ser navê 12 eşîrên Ertoşiyan bang li Barzanî dikim û dibêjim, ji vê rê bizivire. Şerê Kurd bi Kurd tişek xirabe û ti berjewendiya wê ji bo Kurdan tineye. Di sala 1988’an xelkê me yê Başûr ji ber zilma rejîma Saddam Huseyîn koçber bû û xwe sipartin Bakurê Kurdistanê, em li birayên xwe xwedî derketin. Ev rewş îro jî bibe em ê dîsa li wan xwedî derkevin. Ji derveyî me Kurdan ti dost û hogirên me tine. Ji şerê Kurd bi Kurd re êdî bese, şer xizanî ye, koçberî ye û windakirine. Timî axaftin û peyva me yekîtî, yekîtî û yekîtiye. Ji derveyî yekitiyê ti şansê Kurdan tine ye, ji bo vê yekê pêwîstiya me bi tifaq û yekîtiyê heye."

'TIRKIYE DIJMINÊ NAVÊ KURD E'

Edîbe Babur jî destnîşan kir, ku demek dirêje artêşa dagirker a Tirk li dijî xaka Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkirinê daye destpêkirin û wiha axivî: "Di sê mehên dawî de bi piştevaniya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şerekî dijwar li Başûr diqewime. Gerîlayên Kurd hemû hewldanên dagirkirinê bi berxwedanek bêhempa pûç dike. Lê li hemberî vê berxwedana dîrokî, PDK cihê xwe li gel dewleta dagirker digre û dixwaze bi hêza pêşmbergeyên girêdayî xwe êrişî gerîlayên azadiyê bike. Ji xwe bi salane Mesûd Barzanî li herêmê pêşengtiya Tirkiyeyê dike û dibe parçeyek ji xiyanetê. Vê îxanetê bi ti awayî em qebûl nakin û divê rojek berê Barzanî li heqîqeta Kurdbûnê vegere. Niha bi Tirkiyeyê re dixwaze êriş bike zarokên me, lê bila Barzanî û partiya wî PDK baş bizane eger îro Tevgera Azadiya Gelê Kurd lewaz bibe sibê dora wî ye. Ji xwe Tirkiye weke kewekî qefesê li Barzanî dinêre û dizane ew ji xwe di destê wî de ye. Ji bo vê yekê divê Mesûd Barzanî aqilê xwe bîne serê xwe û nebe rûreşekî Kurd û li dewsa wê cihê xwe li gel berxwedanê bigre. Tirkiye ne tenê dijminê xelkê Bakur e, dewleta dagirker dijminê navê Kurd e. Li kû derê destketiyên Kurdan hebe êriş dike û dixwaze ji holê rake. Ez weke dayik û jineke Kurd bang li PDK’ê û Mesûd Barzanî dikim, ‘ev ne rêyek başe û ti berjewendiya wê ji Kurdan re tineye. Ji zirerê zêdetir tiştek nigihêje Kurdan. Divê tevahiya jin û dayikên li Başûr li dijî vê xiyanetê rabe û nerazîbûnên xwe bînin ziman'. Dem dema yekrêzî û yekîtiya Kurdan e."

'EV ŞERM Û RÛREŞIYA MESÛD BARZANÎ YE'

Mamoste Halîl Hanay jî anî ziman ku êşa me ya herî mezin neyekbûna Kurdane û got: "Eger em Kurd yek bûyîna û yek dest bûyîna, li ser rûyê dinyayê ti pirsgirêkên Kurdan nediman. Mixabin em îro li Başûrê Kurdistanê dibînin ku Kurd radibin û ji bo ku têkoşîna Kurdan qels bike berê çeka xwe daye Kurdan. Ev rûreşiyek tevahiya Kurdan e û herî zêde jî ji PDK’ê re dibêjim. Bila Mesûd Barzanî li çend salên bihurî binêre û bifikire, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê bi ser wan de hatin û heta deriyê Hewlêrê ew ji holê rakirin. Di wê demê mirov nediman li Hewlêrê û hemûyan jî berê xwe dan qadên nêzî gerîlayan û xwe tê de ewle dibînin. Wextê ku çeteyên DAÎŞ'ê tirs û xof dixist nava dilê tevahiya dinyayê, ewladên vî gelî û gerîlayên azadiya Kurdistanê ji çiyayan berê xwe dan qada şer û bi berxwedanek bêhempa xaka Başûr ji dagirkeriyê rizgar kir û çete ji axa Başûr kirin der. Gerîlayên Azadiyê ew jî mirinê rizgar kirin û niha jî PDK bi dijminê vî gelî re bûye yek û dixwaze êrîşî ewladên me bike. Ev şerm û rûreşiyek mezin a Mesûd Barzanî ye. Heta sedsalî jî be eger Barzanî li ser vê fikrê be wê ti tiştê bi dest nexe û timî li ber derê dijminê xwe bimîne. 

Ma gelo Helebçe nayê bîra wî? Çiqas zû ev ji bîr kir. Dema ku Seddam Huseyîn jehrî li ser wan belav kir û hemû jî revîn û berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Wê demê kî li we xwedî derket û kê ew pêşwazî kirin? Nan, av û cil û bergên xwe me derxistin û dan birayê xwe. Me got bila birayên me mexdûr nebin. Lê niha radibin û dixwazin ewladê vî gelî lewaz bikin û bi dijmîn re bûye yek. Bila her Kurdek û partiyên Kurd vê yekê baş bizane, heta em nebin yek em ê herin yek bi yek."

MA EM TENÊ KURDIN?

Nezîr Topçuoglu jî da zanîn ger PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, yek leşkerên Tirk nikarin derbasî xaka Başûr bibe û ev pirs ji PDK’ê kir: "Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe biparêze? Wê kî Başûr biparêze? Pêşmergeyên ku xelkê me yên Êzdî bi tena serê xwe hiştin û revîn wê xaka Başûr biparêze? Rojek berê divê Mesûd Barzanî dest ji vê polîtîkaya xwe ya şerê Kurd bi Kurd berde. Ma em tenê Kurdin, ma gelo tu ne Kurdî? Eger şerekî Kurd bi Kurd çêbibe wê di vî şerî de zarokên Kurd werin kuştin. Ji bo vê yekê divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez Kurdim û hemû partiyên Kurd nerazîbûnê nîşanî polîtîkayên şer ên Mesûd Barzanî bide û ji bo yekîtiya neteweyî bikeve nava liv û tevgerê."

'NE BIRAKUJÎ YE, ŞERÊ XIYANETA LI NETEWEYA KURD E'

Mecît Ozturk jî anî ziman ku dîroka PDK’ê dîroka eşîrtî, bavitî û feodaliyê ye û wiha got: "Mesûd Barzanî li Başûrê Kurdistanê ji xwe re modela qiraltiyê ava kiriye û ji bo ti zirer negihêje qiraltiya wî niha bi dijminê Kurdan re bûye yek. Eger ku îro di mejiyê wî de qiraltî û siltantî tine be wê yekrêziya Kurdan çêbe. Ji ber ku modela em dixwazin modela gelane û cihê siltanan li wir tine ye. Ew jî niha ji desthilatdariya xwe ditirse û pişta xwe daye dijminê vî gelî. Lê ew nizane ku eger Kurd îro piçek jî lewaz bibin wê ew bibe firavîna dagirkeran. Bi ti awayî ez nikarim bibêjim ev şerê birakujiyê ye, ev şer şerê îxaneta li neteweya Kurd e. Vaye em hemû amade ne lê em naxwazin berê tifinga xwe bidin birayên xwe. Ev tişt di dîroka Tevgera Azadiya Kurd de tineye û timî Tevgera Azadiya Kurd û rêbertiya wê li dijî vê yekê ye.

Yekitiya Neteweyî ji her tiştî bêhtir ji bo Kurdan pêwîstî ye. Divê berî rojekê Mesûd Barzanî ji vê xeletiya xwe bizivire û ji bo yekrêziya Kurdan bixebite."