Şêniyên Pîranê: Em ê bi ser bikevin

Şêniyên navçeya Pîranê ya Amedê gotin, "Em ê Tifaq Cumhur têk bibin. Ev hilbijartina manûnemanê ye ji bo Kurdan. Kurd an wê bi ser bikevin an jî pêvajoyeke giran li benda wan e."

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Li deverên ku xebat didomin gel li HDP’ê xwedî derdikeve. HDP her roj bi bernameyan xwe digihîne gel.

Şêniyên navçeya Pîranê ya Amedê gotin 24’ê Hezîranê wê bide pêşiya hilbijartina 7’ê Hezîranê.

Behram Atli got, li gorî hilbijartinên berê coşiya vê hibijartinê zêdetir e û domand, "Helwesta li dijî AKP’ê di bin banê HDP’ê de dibe yekîtî. Eşkere ye ku HDP alternatîfa AKP-MHP'ê ye. Ji bo vê jî gel pir lê xwedî derdikeve. Coşî zêdetir e. Em bawer dikin gelê me li gorî frazaya 16 salan a AKP’ê wê bersivê bidin û dawî li AKP’ê bînin. Em bi hêvî ne û ji HDP’ê bawer dikin. Em ji polîtîkayên wê bawer dikin."

'EM Ê DEMÎRTAŞ DERXÎNIN'

Atli li ser girtîbûna namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî got, "Me dixwest ku Demîrtaş weke rikberên xwe bikaribe xebatên xwe bike, lê ji ber sedema helwesta AKP'ê ev nabe. Ji bo vê jî em ê li ser navê Demîrtaş jî bixebitin û em ê Demîrtaş ji wir derxînin."

'AKP HER KU BI SER BIKEVE WÊ BIKUJE'

Dayika aştiyê Kerîme Ayinalp jî got, "Heke AKP bi ser bikeve wê zêdetir me bikuje. Wê çav berdê hemû tiştên di dest me de. Êdî ne şeref dimîne ne jî mirovahî. Êdî çavê gelê me li ti tiştê AKP’ê bar nabe. Li mala xwe tu gotinekê bikî têyî desteserkirin.  Keça min li gel ku nexweşxana nav nivînan jî bû kirin zindanê. Cîranên me li zarokên wê dinerin. Ev mînak jî bes ji kirinên AKP’ê re. Ti sûcê keça min nebû, aştî dixwest."

'EM Ê TIFAQA CUMHUR LI ERDÊ BIXIN'

Hasan Akgunduz jî got, HDP beriya niha li Pîranê 90 ji 100'î yê dengan standiye û got, "Ji rejîma yek zilamî û dîktatoriyê re em dibêjin, 'êdî bes e'. Em ê teqez 'tifaqa cumhur' li erdê bixin. Di tûra duyan de jî wê Demîrtaş bimîne."

'AN EM Ê BI SER  BIKEVIN AN JÎ REWŞEKE GIRAN LI BENDA ME YE'

Akgunduz bi domdarî got ew ê sindoqan biparêzin, serê wan jî di ber de biçe wê dev ji sindoqan bernedin û got, "Ev hilbijartin hilbijartina manûnemanê ye ji bo Kurdan. Kurd an di vê hilbijartinê de wê bi ser bikevin an jî wê bikevin nav pêvajoyeke giran."