Şêniyên Geverê dixwazin bikin sed ji sedî

Şêniyên Geverê ku di hilbijartinên 2014'an de 86.6 ji sedî deng dabûn HDP'ê, di hilbijartinên 31'ê Adarê de dixwazin vê rêjeyê bikin 100 ji sedî.

Şêniyên Geverê ku li dijî zext û zordariyê timî xwedî li vîna xwe derdikeve, dixwaze di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de jî vê yekê bike û bersivê bide talankariya dewletê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nava gel dengdan kir û di encamê de navê du kesan derket pêş. Remziye Yaşar û Îrfan Sari bi dengê gel bûn namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariya Navçeyê. HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an de di asta rekorê de bi rêjeya 86.6 ji sedî yê dengan stend. HDP'ê 25 hezar deng girt, li pêşberî wê AKP'ê jî tenê 2 hezar û 800 deng stend. Di hilbijartinên giştî de HDP'ê 49 hezar, AKP'ê jî tenê 7 hezar deng stend. Şêniyên Geverê bi biryar e ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi Remziye Yaşar û Îrfan Sari dawî li zîhniyeta qeyûm bînin.

REMZIYE YAŞAR

Remziye Yaşar sala 1984'an li gundê Zerene yê navçeya Oremarê ya Colemêrgê ji dayik bû. Hîn yek salî bû cerdevanî li ser malbata wê hate ferzkirin, lewma malbata wê neçar ma koç bike. Malbata Yaşar piştî ku koçî bajêr kir jî timî bû hedefa zext û zordariyê. Girtina dayika wê bû sedem ku Yaşar xwe hîn bêhtir nêzî têkoşînê bike. Yaşar sala 2006'an dest bi karên siyasî kir û cihê xwe di nava baskên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ên jin û ciwanan de girt. 2011'an di operasyonên qirkirina siyasî yên bi navê 'Operasyonên KCK'ê de hate girtin, 2 salan li girtîgehê ma. Piştî ku hate berdan li nava ÎHD û TUHAD-DER'ê dest bi kar kir. Sala 2016'an careke din hate girtin û vê carê 14 mehan li girtîgehê ma.

ÎRFAN SARI

Îrfan Sari sala 1967'an li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse temam kir. Serokatiya Odeya Esnaf Sanatkaran a Geverê kir. Sala 2014'an ji bo Serokatiya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran a Colemêrgê hate hilbijartin. Heman salê ji bo endametiya Desteya Kontrolê ya Konfederasyona Ensaf û Sanatkaran a Tirkiyeyê hate hilbijartin. Zewiciye û bavê 2 zarokan e.