Şêniyên Amedê: Tenê HDP doza aştiyê dike

Şêniyên Amedê destnîşan kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

Ji hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê re ku bi  fermana AKP-MHP'ê biryara wê hate standin 25 roj man. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe; li tax, kolan, gund û navçeyan xebatên xwe yên propaganda zêde kirin û li gelek navçeyên Amedê buro vekirin. Amediyan diyar kirin ku wê dengê xwe bidin partiya azadî û aştiyê HDP’ê û gotin: “Di 24’ê Hezîranê de AKP li herêmê bibe partiya tabelayê û banga geşkirina xebatên hilbijartinê kirin.”

'TENÊ HDP DOZA AŞTIYÊ DIKE’ 

Welatiyê bi navê Şaban Turhan ê ku li buroya hilbijartinê ya navçeya Yenîşehîrê dixebite diyar kir, ji bo ku tene HDP doza aştiyê dike wê dengên xwe bide HDP û wiha axivî: “Weke her demê em ji bo hilbijartinê amade ne û li her qadê em xebatên xwe yên hilbijartinê didin meşandin. Tax bi tax em belavokên xwe belav dikin û bi welatiyan re tên ba hev. Li ser vê axê tenê HDP ji bo aştî û aramiyê dixebite. Em gelê Amedê li her derê li dora partiya xwe em ê bibin yek û bi îzna xwedê em ê 12 wekîlên xwe bişînin meclîsê.”

‘ÊDÎ DEMA HDP’Ê YE’

Diyadîn Nûya jî anî ziman ku divê Selahattin Demirtaş bê berdan û hemû namzet bi awayekî azad propagandaya xwe bikin. Nûya da zanîn ku bi ruhê seferberiyê ew tevlî xebatên hilbijartinê bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Amedê tax bi tax, kolan bi kolan em digerin û li ser hilbijartinê bi gel re tên li ba hev û beyanameya xwe ya hilbijartinê bi gel re parve dikin. Bi îzna xwedê AKP li Amedê ti wekîlan dernaxe û wê HDP ji 12, 12’an derbixe û bişîne meclîsê. 16 sal e AKP li ser kar e lê kaosê zêdetir tiştek ji Tirkiyeyê re nekiriye. Niha jî dema xebatê ye ji bo Tirkiyê û dem dama HDP’ê ye. Ev hilbijartina zordest dawiya Erdogan e, dawiya hemû dîkdatoran diyare û em ê dawiya Erdogan jî di 24’ê Hezîranê de bibînin.”
 
‘GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE’

Mamoste Zekî Alici jî diyar kir ku ji ber ku HDP wî û gelê Amedê temsîl dike, ew ê dengê xwe bide HDP’ê û bertek nîşanî girtina Demirtaş da. Alici da zanîn ku di 24’ê Hezîranê de wê faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe û ev tişt got: “Bi zordestî, dizî û hîleyan tiştek naçe serî, di dîrokî de gelek zordest, dagirker û dîkdator hatin zilm kirine û di dawiyê de qiraltiyan wan rûxaye. Gelê Kurd bi îrade û bi biryare di 24’ê Hezîranê de faşîzmê têk bibe. 24’ê Hezîranê dê bibe wesîleya serkeftin, aştî, aramî û biratiyan gelan. Tevahiya ol û baweriyan bi azadî dê bikarin li ser vê axê bijîn. Li Amedê ji xwe herdemê em serketine û em ê bi serbikevin.”

‘WÊ AKP BIBE PARTIYA TABELAYÊ’

Fikrî Ay jî wiha axivî: “Li Tirkiyeyê û Kurdistanê hilbijartinekî zordest pêktê û em herdemê jî ji bo hilbijartinê û AKP’ê dibinê sindoqan de bihêlin amaden e. Îtifaqa AKP-MHP’ê ne ku ji bo aramiyê bine Tirkiyeyê hatiye avkirin, tenê ji bo dijmintiya Kurdan hatiye avakirin. Em ê li Amedê 12 û 0 AKP’ê binax bikin. AKP û partiyên sîstemê dengê wan li Amedê nîne, li Amedê tenê dê tabeleyên wan bimînin. Heta hilbijartinek din jî dibe tabeleyên wan jî nemîne. Weke Partiya Dogru Yol, DSP û gelek partiyên din dê navê wan li Kurdistanê nemîne. 24’ê Hezîranê de dinyayek nûjen vebe.”

‘JI DÎROKÊ HETA ROJA ÎRO ZILMÊ DIKIN’

Welatiyê bi navê Salîh Kalir jî anî ziman ku 16 sal e ji xwe AKP û MHP li ser îxtidarêne û ti xêra wan negihaye gelê Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ji dîrokê ve heta niha AKP, MHP û CHP li ser axa Kurdistanê zilmê li gelê Kurd dikin. Divê gelê Kurd hişyare be û di 24’ê Hezîranê de zaliman dibinê sindoqan de bihêle. Divê hemû gelên li ser vê axê dijin li hemberî zordariyê rabin û ji bo aştiya gelan li dora HDP’ê kom bibin.”

‘XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN’

Welatiyê bi navê Ahmet Guler jî wiha axivî: “Tevahiya gelê Kurd dizane MHP li ser tinebûna Kurdan siyasetê dide meşandin. Heta roja me ya îro AKP’ê civaka Kurd dibin navê ol û baweriyê de gelê Kurd dixapand û lê belê ji niha û vir de gel nayê xapandin. Kesên xwedî rûmet be dengê xwe nade AKP’ê, ji bo vê yekê divê her Kurdek ji xwê rabe û xwedî li rûmeta xwe derkeve. Dixwazin pêşiya aştiyê bigrin û ji bo vê yekê jî êrîşî li ser HDP’ê dikin û Selahattin Demirtaş xistin girtîgehê. Dibe we Selahattin Demirtaş dîl girtîbe, lê belê em mîlyonan Selahattin Demirtaş in. Fikir û ramanên HDP’ê di ruhê her Kurdî de heye. “