Şengalê piştgirî da Şêladizê: Em bi we re ne

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî da raperîna Şeladizê û diyar kir ku helwesta gelê Şeladizê, helwesta wan e.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê xwedî li raperîna gelê Şêladizê derket, ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Meclîsê, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana Şêladizê silav kir.

Di daxuyaniyê de işaret bi leşkergehên dewleta Tirk ên li nava Başûrê Kurdistanê hate kirin û hate bibîrxistin, tevî ku ji ber êrîşên ji van leşkergehan bi sedan kes mirin û zerareke mezin li gel hat, ne hikumeta herêmê, ne jî ya navendî ya Iraqê helwesteke pêwîst nîşan nedan.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk diayr kir, dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan bi her awayî êrîş dike, hewl dide destketiyên Kurdan ji holê rake û wiha dewam kir: "Pêwîste em, gelê Kurd bibin yek û helwesta xwe raber bikin. Dagirkirina Efrînê, êrîşên hewayî li ser Şengal û Memûrê tê weteya tunêkirina gelên demokratîk û azadîxwaz. Beriya mehekê li Şengal û Mexmûrê dîsa 7 sivîl hatibûn qetilkirin. Pewîst e em gelê Kurd li hemberî êrîşên ku bi her awayî li gelê Kurd tên kirin bibin yek û helwesteke hevpar raber bikin."

Di daxuyaniyê de helwesta gelê Şêladizê weke helwesta xwedîderketina li axa Kurdistanê û yekbûna Kurdan hate binavkirin û hate gotin, "Weke şêniyên Şêladize jî anîn ziman, Kurd yek in û divê li hemberî van êrîşan jî yek bin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang dikin ku tevahiya gelê Kurd xwedî li helwesta xwecihên Şêladizê derkeve û dagirkeran ji xaka Kurdistanê derîne."