Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li Amed, Mêrdîn û Mexmûrê Hakî Karer, Çaran û Alî Çîçek hatin bîranîn.

Komeleya 78'an a li Amedê, yek ji berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an Alî Çîçek li ser gora wî li Amedê bi bîr anî. Endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Windahiyan ên li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê û Çand Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) tevlî bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş ku bi Alî Çîçek û hevalên wî re li heman girtîgehê ma, axivî. Bariş qala bûyerên wê demê kir û got, "Girtîgeh di rewşeke welê de bû ku mirovên li heman koxûşê jî nikarîbûn bi hev re biaxivin. Axaftina du kesan bi hev re qedexe bû. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan hevalên Alî, Hayrî û Kemal li dadgehê gotin ku hevalan bedena xwe dane ber agir. " Huseyîn Bariş destnîşan kir ku çalakiya çaran serketineke mezin bi xwe re anî.

MÊRDÎN

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku di şeva 18'ê Gulanê de bedena xwe dan ber agir, di salvegera 40'emîn a şehadeta xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatin bîranîn. Bîranîn li Goristana Çeçan hate lidarxistin ku gora Ferhat Kûrtay lê ye. Beriya bîranînê girseya gel li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê li hev civiya, piştre jî ber bi ber bi Goristana Çeçan ve meşiya. Girseya gel ji aliyê xwişka Kûrtay, Rabîa Kûrtay ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê Şaxê Mêrdînê yê MEBYA-DER'ê Mehmet Akpinar diyar kir ku wê xwedî li têkoşîna çaran derkevin.

MEXMÛR

Li kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer di salvegera 45'an a şehadeta xwe de hate bîranîn.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya axivî.

Kaya got, "Em bi saya têkoşîna Hakî Karer û berxwedêrên li zindanan hatin vê astê. Em çi bêjin jî nikarin berxwedana navbera salên 1980-90'î vebêjin. Têkoşîna me bi saya Rêbertî û şehîdên me gihîştiye vê astê."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser Şehîdên meha Gulanê hate nîşandan.