Şehîdên Heftanînê hatin bîranîn

HPG'ê 5 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 25'ê Cotmehê de li girên Konferans û Sîserê yên herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me li dijî dagirkeran dest bi operasyoneke şoreşgerî ya berfireh kirin û di encamê de 30 leşkerên dijmin hatin kuştin. Di vê çalakiyê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amara Nûda Kûrtalan

Nav paşnav: Gulcan Kaya

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Nazê-Bedrettîn

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Berfîn Çiyajin

Nav paşnav: Bahar Basan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Emîne-Reşît

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Bêrîtan Serhat

Nav paşnav: Rojda Daşkin

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Remziye-Selman

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Çekdar Qamişlo

Nav paşnav: Îsa Alî

Cihê jidayikbûnê: Şam

Dayik-Bav: Emîn-Mûhammed Tevfîk

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Rûbar Şervan

Nav paşnav: Cîhan Sever

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hediye-Ziyattîn

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2019'an / Heftanîn

Operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker ku di 23'ê Tebaxê de li herêma Heftanînê dest pê kir ji kêliya destpêkê ve li berxwedana hêzên me rast hat. Hêzên me yên gerîla ku li eyaletê li dijî dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe dan di her demê de bi berpirsyarî û biryardariyeke mezin wezîfeyên xwe yên demê bi rengekî serketî pêk anîn. Bêguman serketinên heyî encama keda mezin û hewldanên bêhempa yên şehîdên me yên leheng in. Hevrêyên me Amara, Berfîn, Bêrîtan, Çekdar û Rûbar ên ku li dijî operasyona dagirkeriyê di nava refên berxwedanê de bûn, bi dirûşma 'Em ê rê nedin dagirkeriyê' li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî lehengî şer kirin. Ji sekna wan a li nava jiyanê heta şervaniya wan bûn mînak. Hevrêyên me Amara, Berfîn, Bêrîtan, Çekdar û Rûbar di vê pêvajoya berxwedanê de bûn abîdeyên lehengiyê. Bi vî rengî mohra xwe li berxwedana sala 2019'an xistin.

Di şexsê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd de em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."