Şehîdên Gulanê li ber Girtîgeha Amedê hatin bîranîn

Bi pêşengiya Komeleya 78’an a Amedê şehîdên meha Gulanê yên Girtîgeha Amedê hatin bîranîn.

Komeleya 78’an a Amedê, şehîdên meha Gulanê ku di nav de Îbrahîm Kaypakkaya û çaran jî di nav de bûn, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi bîr anî.

Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Lêkolînê ya Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî çalakiya bîranînê bûn. Li ser navê saziyan hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar xwend.

Bariş diyar kir ku Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner di 18'ê Gulana 1982'an de li dijî pêkanînên dijmirovî ji bo azadiyê bedena xwe dan ber agir û got, "Formên destpêkê yên çanda ‘feda’ ya bi Mazlum Dogan re destpê kir ji zarokên agir ên pêşerojê re weke mîras dihiştin.”

Bariş bal kişande ser roja ku Îbrahîm Kaypakkaya li Girtîgeha Amedê û Hakî Karer li Dîlokê hat qetilkirin û wiha got: "Em bi rêzdarî û hezkirin li ber bîranînên wan ên bi rûmet bejna xwe ditewînin."

Daxuyanî ligel berzkirina dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi danîna gulên sor ên çalakvanan bi xwe re anîbûn û li ser dîwarê girtîgehê avtin nav baxçeya girtîgehê bi dawî bû.