Şehîdên Cizîrê di salvegera 4'an de hatin bîranîn

Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê di salvegera 4'an de şehîdên Cizîrê bi bîr anî.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015 û 2016'an de qedexeya derketina derve hate ragihandin û vê qedexeyê 79 rojan dewam kir. Di 7'ê Sibata 2016'an de bi dehan kes li jêrzemînên avahiyên Cizîrê hatin şewitandin, qetilkirin. Şehîdên Cizîrê di salvegera 4'an de hatin bîranîn.

Bi vê armancê Rêxistina Cizîrê ya HDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Bîranîn li pêşiya avahiya HDP'ê ya navçeyê pêk hat û parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê û gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Uzeyîr Kilinç daxuyanî xwend.

'NÊZÎ 300 KES HATIN QETILKIRIN'

Uzeyîr bi bîr xist ku di ser komkujiya Cizîrê re 4 sal derbas bûn ku weke 'jêrzemînên hovîtiyê' di hişê mirovan de ma û anî ziman, ku di dema qedexeyê de nêzî 300 kes hatin qetilkirin.

Uzeyîr got, "Ji ber bikaranîna çekên giran a di dema operasyonê de li taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûrê 3 hezar xanî zerar dîtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li navçeyê gotina 'Rewşeke mîna qiyametê' bi kar anî bû. Di dema qedexeya derketina derve de mafên mirovan û mafê jiyanê hatin binpêkirin. Mafê jiyanê ku mafê bingehîn ê mirovan e hate binpêkirin. Qedexeya derketian derve ne tenê qedexeyek ji bo derketinêbû, weke ku hate dîtin qedexeya jiyanê bû."

'BERPIRSYAR AKP EY, EM Ê LI PEY MIJARÊ BIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP'ê mîna komkujiya Roboskî hewl dide komkujiya Cizîrê jî bide windakirin, bide jibîrkirin. Di pêvajoya hiqûqî û lêpirsîna komkujiyê de gavek nehatiye avêtin û piraniya dozên di vê mijarê de hatine vekirin nehatine şopandin. Weke ku 17 hezar kuştinên kiryarên nediyar ên salên 1990'î nêzîkatiyeke bi heman rengî li vê mijarê jî dikin. Kiryarên komkujiyên tên parastin. Berpirsyarê vê hovîtiyê desthilatdariya AKP'ê ye. Heta ku kiryar bên cezakirin em ê li pey vê meseleyê bin. Ji yê herî jorê heta yê herî jêrê wê berpirsyar bên darizandin."