Şehîdên Bêzarê hatin bibîranîn

Şehîdên Bêzarê hatin bibîranîn yên ku di 17’ê Gulana 1994’an li çiyayê Bêzar ya navçeya Çêlikan a Semsûrê di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

28 ciwanên ku di 17’ê Gulana 1994’an de dema dixwestin tevlî nava refên gerîla bibin, di encama bombardûmana hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li çiyayê Bêzar a navçeya Çêlikan a Semsûrê şehîd bûbûn.

Merasîma bîranîna van ciwanan li goristana Kayapinar a Semsûrê li ser gora temsîlî ku navê 28 şehîdan li ser hatî nivîsandin pêk hat. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan ya Rihayê Omer Ocalan, Parlementerê dewra berê yê HDP’ê ya Semsûrê Behçet Yildirim, endamê Meclîsa Partiyê Îzzet Karadag û rêveberên navend û navçeyê tevlî merasîmê bûn.

MERASÎMA BÎRANÎNÊ BI RÊZGIRTINA JI BO GIYANA ŞEHÎDÊN BÊZARÊ DEST PÊ KIR

Di merasîmê de Omer Ocalan diyar kir ku di destê şehîdên Bêzarê de çek nebûn û hatin qetilkirin, heman pêkanîn îro jî didomin. Ocalan wiha pê de çû: “Di rastiyê de ew rewşe diyardeya wê yekê ye ka çawa nêzîkê gelê Kurd dibin. Di wî welatî de ew 40 sal in ku şerekî bênavber heye. Îro jî şer didome. Sê roj beriya niha vî gelî 3 zarokên xwe spartin axê. Dewlet çi dibêje bila bêje, yên ku jiyana xwe ji dest didin zarokê wê gelî ne. Tevî ku pêwîst bû li şûna şer aşitî serwer be, hê jî êrîş didomin. Wê nekaribin bi polîtîkayên zext, perçiqandin û qetlîamê gelê Kurd biqedînin. Ji ber wê jî di wir de careke din yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim.”

MERASÎMA BÎRANÎNÊ BI DANÎNA QERANFÎLAN YA LI SER GORAN BI DAWÎ BÛ

Omer Ocalan û yên pê re piştre çûn serdana malbatên gerîlayên HPG’ê Zeynel Gozubuyuk, Gafarî Yorûlmaz û Zeynel Alakûş ku di 7’ê Gulanê li Korê ya Semsûrê şehîd bûbûn.