Cenazeyê şehîdên Axcelerê hatin veşartin

Cenazeyê du welatiyên Başûrê Kurdistanê yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hatin veşartin.

Balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker sê caran bombe li gundeke bajaroka Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê bombe kir. Di encama êrîşê de 5 welatî hatin qetilkirin. Ji 5 kesên hatin qetilkirin 2 kes bi meresimekê li gundên xwe hatin veşartiin.

Cenazeyê Îsmaîl Îbrahîm Mamend ku bavê heşt zarokan bû, li goristana gundê Serçinar hat definkirin. Cenazeyê Aram Îsmaîl Mamend ku ew jî bavê şeş zarokan bû, li goristana gundê Tuteqel hate veşartin.