Şehîda Xerzanê: Roza Xerzan

Di êrişa artêşa Tirk de ya 21'ê Adara 2017'an a li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Roza Xerzan (Esma Çetîn) tevî 10 hevalên xwe şehîd bû. Roza Xerzan tevî ku hîn ciwan bû, li ber xwe diket ku çima hîn zûtir tevlî refên têkoşînê nebûye.

Şehît Roza Xerzan (Esma Çetîn) 19'ê Gulana 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Gerîlatiya wê ya 2 salan bi têkoşîneke mezin derbas bû û li Xerzanê tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Xaltiyê wê ku mîna wê gerîla ye, qala Roza Xerzan kir: "Keça metka min bû, em bi hev re diçûn dibistanê. Bi taybetî pêvajoya Kobanê gelekî bandor lê kiribû. Em bi hev re timî diaxivîn, me nîqaş dikir ku divê çi bê kirin. Kar û fikrê partiyê zêde nas nedikir, lê belê gelekî dixwest ku hîn bibe û fêhm bike. Dixwest tevlî karên ciwanan bibe, lê belê ji ber malbata xwe nekarî bike. Malbat ne li dijî partiyê bû, lê belê ji ber polîtîkayên dijmin nedixwest tevlî vî karî bibe."

5 roj piştî ku Roza tevlî nava refên gerîla bû, xaltiyê wê ji Tirkiyeyê hat Kurdistanê û tevlî bû. Wiha dewam kir: "Dema ku çûm qada ji bo perwerdeya şervanê nû, ew jî li dewreya perwerdeyê bû. Taybetmendiya wê dewreyê ew bû ku ji nava 25 kesan tenê Roza jin bû. Dema ku ez dît yekser hat hembêz kir û got, 'min zanîbû ku tu yê bê'. Me bi hev re nêzî 10 rojan perwerde dît. Carna di sohbetê xwe de me digot, 'Çima em berê nehatin û tevlî nebûn. Heta sibehan me nîqaş dikir'. Piştî perwerdeyê ez ji bo qadeke cuda hatim wezîfedarkirin, hevrê Roza jî bi perwerdekirina hevrêyên jin hate wezîfedarkirin. Piştî demekê me careke din derfet dît ku hev bibînin. Ji ber ku bala wê li ser hînbûnê bû, hevalan ew şandin perwerdeya li qada me.

ASTENGÎ JI BER XWE RADIKIR

Xwedî wê taybetmendiyê bû ku astengiyên li ber xwe radikir. Hevaleke welê bû ku zû hînî şert û mercên dijwar ên Xerzanê bû. Dijmin di zivistana 2015'an de hem ji bo min hem jî ji bo Roza gotibû 'reviyan'. Halbûkî ew li kampekê, ez jî li kampeke din bûm û me xwe ji bo pêvajoya biharê amade dikir, perwerdeya îdeolojîk didîtin.

Dema ku ez hatim wezîfedarkirin, bi hesta ku em ê careke din hev nebînin dest bi girî kir. Dema ku min li pişt xwe nihêrî, bi çavên girî destên xwe ji min re dihejand, ku hîn jî di bîra min de ye."

Gerîlaya ciwan a Kurdistanê Roza di Newroza 2017'an de di şerê dijî hêzên dijmin de tevî 10 hevrêyên jin tevlî karwanê nemiran bû.