Şehîd Seydo: Ez dixwazim di her kêlîka şoreşê de amade bim

Gerîlayê HPG’ê Seydo Refîk ê ku di berxwedana Garê de di 10’ê Sibata 2021’an de şehîd bû, gotibû “Ez dixwazim di her kêlîka şoreşê de amade bim. Şertê fedaîbûnê ev e.”

Gerîlayê HPG’ê Seydo Refîk ê ku li Efrînê ji dayik bûbû, di temenekî biçûk de PKK’ê nas dike û jê hez dike.

Gerîla Seydo Refîk ê ku bawerî bi îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî, bi vî awayî nêzî jiyana gerîla jî bû.

Hevalên wî dibêjin “Gerîla Seydo tê wateya di destdanê de kenekî germ, avakirina xwe ya bi kedê û girêdayîbûna bi nirxên rêhevaltiyê. Ev nirx hemû dema hatin ba hev, gerîla Seydo ava kir.”

Gerîla Seydo ji bo tevlêbûna xwe ya nav refên gerîla jî digot “Xeyala min, daxwaza şoreşê bi cih bînim û rola xwe pêk bînim. Ez dixwazim di her kêlîka şoreşê de amade bim. Şertê fedaîbûn û rêhevaltiyê ev e ku mirov her dem amade be. A rast du aliyên fedaîbûnê heye. Yek jê divê mirov di warê îdeolojîk de xwe ji bo pêdiviya nirxan amade bike, ya din jî ji bo daxwazên şoreşê mirov di warê beden û ruh de xwe amade bike. Rêber Apo wekî stêrka li asîmanan e ya ku ez dixwazim xwe bigihînim wê û tekane çareseriya ji bo azadiya gelan e. Em fedaiyên Rêber Apo ne. Em şervanên fermandar Zîlan û Egîd in. Ji ber vê jî çi dibe bila bibe, ez ji bo her peywira PKK’ê amade me.”

Gerîla Seydo yê ku wekî axaftina xwe jiya di 10’ê Sibata 2021’an de di Destana Garê de ya ku dewleta Tirk têkçûna xwe qebûl kir, şehîd bû.

Gerîla Seydo di 10’ê Sibatê de, dema dijmin ji bo êriş hat, li herî pêş çû li dijmin da. Ji bo ku rêhevalên xwe biparêze û axa wî neyê qirêjkirin li dijmin da. Bû nirxa herî kedkar a Destana Garê. Dema ew dijiya jî li ber çavê hevalên xwe wekî mirovekî paqij bû û xwe afirand.

Serfirazî bûbû para gerîlayên ku destan dinivîsandin û nemir dibûn.

Gerîla Seydo di 14’ê Sibata 2021’an de bû yek ji wan gerîlayên ku serfirazî bi dest xist û nemir bû.