Şehîd Jiyan li Mexmûrê hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) û 3 gerîlayên ku sala 2014’an di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şehîd Jiyan a sala 1995’an li Wargeha Etrûşê ji aliyê PDK’ê ve şehîd hat xistin û gerîlayên HPG û YJA Starê Şehîd Avesta, Şehîd Siyabend Zap û Şehîd Diyar ên di êrîşa DAÎŞ’ê ya 2014’an a li ser Mexmûrê şehîd bûn bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di kesayeta Şehîd Jiyan de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Îştar Leyla Arzu Îlhan li ser wateya rojê axivî.

Îlhan anî ziman ku çawa ku sala 1995’an di kesayeta PDK’ê û dewleta Tirk de xwestin gelê Kurd ê welatparêz tune bikin û Kurdên wek xwe ava bikin em dibînin niha jî heman hişmendî li ser kar e. Îlhan diyar kir ku ew hişmendî dixwaze têkoşîna ji bo azadiyê tê dayîn tune bike û got: "Heval Jiyan kesayetek a wisa bû ku li hember xeta hevkariyê pêşengtî ji gel re dikir. Bi şehedata heval Jiyan xwestin serhildana bi pêşengtiya gel bifetisînin ku me wek gelê wargehê ev bûyer ji nêz ve dît. Ji wê rojê heta bi niha têkoşîn bi hemû hêza xwe berdewam e û teqez wê serkeftin ya vê tokoşînê be.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) sala 1995’an êrîşê penaberên wargeha Etruşê kirin. Di encama êrîşa 13’ê Îlona 1995’an de Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) şehîd bû.