Şehîd Erdal Şahîn: Ji bo jiyaneke azad berdêlên giran divê

Şehîd Erdal Şahîn gotibû, ji bo şerê mezin berdêlên mezin divê û diyar kiribû ku hem weke gel hem jî weke partî dema ku wan berdêlên giran dan ber çavên xwe hingî dikarin xwe bigihînin Kurdistaneke Azad, jiyaneke azad.

Erdal Şahîn ku tevî Rojhat Zîlan di 1'ê Cotmehê de li Enqereyê li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir, beriya biçe çalakiyê peyamek dabû. Gerîla TV dîmenê axaftina Erdal Şahîn weşand.

Erdal Şahîn gotibû, "PKK ji damezrandinê û vir ve bi fedakariyên mezin gihîştiye vê astê. Heta ku Kurdistaneke azad bê afirandin, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî bê misogerkirin em ê xwe feda bikin."

Erdal Şahîn diyar kiribû ku li Kurdistanê şerekî mezin tê kirin, divê her kes vî şerî hîs bike û beriya biçe çalakiya fedaî peyameke bi vî rengî dabû: