Şaredariya Qoserê hate desteserkirin

Desthilatdariya AKP/MHP'ê Şaredariya Qoserê ya HDP'î desteser kir.

Wezareta Karên Hundir a Tirk Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ji wezîfeyê dûr xist û qeymeqamê navçeyê Huseyîn Çam weke qeyûm li şûna wê tayîn kir.

Yilmaz nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û hat pêşiya avahiya şaredariyê ku ji doh bi şev ve dorpêçkirî ye. Yilmaz xwest bikeve nava avahiya şaredariyê, lê belê polîsên Tirk nehiştin. Nîlufer Elîk Yilmaz ji polîsên Tirk xwest ku belgeya ku wê ji wezîfeyê dûr xistiye jê re ragihînin. Polîsên Tirk jî gotin, "Eger bêhiqûqî hebe hûnê vê çareser bikin û piştre bikevin hundirê avahiya şaredariyê. Dema ku dema wê hat hûnê bibînin."

Hevşaredar Elîk Yilmaz li ber avahiya şaredariyê ye.