Şape bi ser tîmên rizgarkirinê de hate xwar: Bi kêmanî 8 kes miri

Şape bi ser tîmên rizgariyê û welatiyên ku dixwestin 2 kesên li Miskê mabûn di bin şapeyê de rizgar bikin, hate xwar. Ji 50 kesan 8 kes mirin.

Li ser rêya Wan û navçeya wê Miksê duh şape bi ser dolmîşa rêwiyan ve hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 6 kes jî bi saxî hatibûn derxistin.

Hatibû zanîn ku 2 kes di bin şapê de mane û li herêmê xebatên dîtina wan dihat kirin. Hat zanîn ku şapeya duyemîn bi ser tîma lêgerînê de hatiye. Hat ragihandin ku tîm û welatiyên li derdorê di bin şapeyê de mane.

Hat ragihandin di bin şapeya duyemîn de 50 kes hene û 25 kes hatine rizgarkirin û lêgerîna rizgarkirina 20 kesî jî didome.

TÊ GOTIN 8 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ragihand ku xebatên rizgarkirina welatiyan a di bin berfê de dewam dike.

Serokê Şaredariya Miksê Mekî Arvas ê ku beşdarî televîzyonekê bû wiha got: "Me agahiya 25 kes hatine rizgarkirin wergirt. Mijek dijwar heye. Rewşa yên hatine rizgarkirin baş e. Li herêmê tîmên nêzî 300 kesî dixebitîn. Bi ser 50 kesî re di bin şapeya duyemîn de man. 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lêgerîna rizgarkirina 20 kesên din jî didome."