Şanoger Daxistan Koçer li Mexmûrê hate bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna şanoger Daxistan Koçer bi sînevîzyona ku li ser jiyana wî hatî amadekirin û bi nîşandana şanoyekê hate bibîranîn.

Bîranînê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevayî şehîdên tevgera Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Ekîn Ronî girêdayî jiyana wî axivî.

Ekîn Ronî bilêv kir ku li wargeha Mexmûrê bîranîna Şehîd Daxistan bi awayek hunerî tê lidarxistin û wiha dewam kir: “Îro şerekî pir mezin ku ji Efrîn heta Xinêrê berfireh bûye tê meşandin. hevalên ku di çeperan de silav dikim. Şehîd Daxistan Koçer kesekî her tim girêdanbûna wî bi xak, welat, girêdayî gel bû. Bi kedeke mezin bi salan di nava çand û hunerê de cihê xwe girtiye, mirov dikarî bêjî tam wek navê xwe Koçer bû. Em ji wek hevrêyên wî yê vê xebatê hewl bidin kar û xebatên xwe yên çand û hunerê hîn mezintir û berfirehtir bikin. Ji bo vê jî dubare em soz didin bi girêdana Rêbertiya xwe û şehîdên xwe re bin.”

Her wiha Ezîz Demir ku kurê meta Daxistan Koçer e xêrhatina gelê amade kir û got: “Di kesayeta Şehîd Daxistan Koçer de tevayî şehîdên têkoşîna Azadiyê bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Rastî jî dema mijar dibe mijara danasîna şehîdekê mirov nizani çi bêji, ji ber ku axaftinekî ku mirov têrker bibine ji bo şehîd nîne yanî çiqas bêjî jî kêm dimîne. Heval Daxistan di sala 1993’an de bi rastiya dijmin dihese. Di wan salan de tevgera azadiya Kurdistanê jî nas dike, ji ber zilm û zordariya dijmin koçber dibin û diçin metrepolan. Di sala 1999’an de tevlî refên gerîla dibe, li çiyan karê çand û hunerê dike. Li bajaran jî ev kar û xebata xwe meşandiye. Li wargeha Penaberan a Mexmûrê jî demek dirêj maye û kar û xebatên xwe yên Şanogertî daye meşandin. Gelek şagirt jî di vê xebatê de pêşxistiye.”

Bîranîna Şehîd Daxistan bi şanoya ‘Jiyan û Mirin’ ku wî li wargehê lîstibû,  ji aliyê Sîrwan Kanit ve hat lîstin. Piştî şanoyê bîranîn bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin’ bi dawî bû.