Şandeyek ji Nûneriya Merceî ya Şîa ya Necef serdana Şengal kir

Şandeyek ji Nûnertiya Merceî ya Şîa ya Necefê serdana Şengalê kir û li gel Rêveberiya Xweser civiya.

Şandeyek ku ji Nûnertiya Mercîe ya Şîa ya Necefê pêk tê, li navenda Şengalê li avahiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hate pêşwazîkirin.

Şande bi Rêveberiya Xweser re civiya. Li gorî agahiyên hatin girtin, ev şande serdana deverên ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birine ser û jenosîd lê hatine kirin. Di vê çarçoveyê de şande serdana Şengalê ku yek ji deverên ku qirkirine mezin li ser civaka Êzidî pêk hatî ye kirin.

Li bendê ye ku şande serdana deverê gorên komî bike û di vê çarçoveyê de çavdêriyê li herêmê bike û agahiyên li ser herêmê bigire.

Li gorî agahiyên hatin girtin, mijarên bi rêveberiya xweser re bên kirin wê li ser esasê pêşketinên li herêmê, dîsa jenosîd û xebatên li Şengalê tên kirin bên nîqaşkirin.