Şandeyek ji Mexmûrê çû serdana Herêm Mehmûd

Bi wesîleya piştgiriyê şandeyeke Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çû serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Herêm Mehmûd ê li Kelarê berxwedana xwe didomîne.

Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kurdistan û derveyî welat didomin. Berxwedana Leyla Guven di roja 197’an, Nasir Yagiz 184, ya li girtîgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 159, ya li Strasburgê 159, ya Maxmûr 161, ya Silêmanî 162, ya Herêm Mehmud roja 89’an de bi biryardarî didome.

Koma yekem a rojiya mirinê ku li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 24’an de, ya Merwan Memduh Ozdemîr a li Silêmaniyê jî di roja 10'an de didome. Bi vê mebestê, şandeyeke Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çû serlêdana Herêm Mehmûd û piştigiriya xwe raber kir. şandeya ku ji nûnerên saziyên wargehê pêk dihat îro danê sibehê serdan pêk anî.

Li ser navê şandeyê, Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak axîvî û got: “Em di çarçoveya çalakiyên greva bîrçîbûnê yên ku li Kurdistan û derveyî welat, ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de hatîn serdana hevrê Herêm û piştgiriya xwe nîşan bidin. Me weke Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê, xwest bi şandeyekê bên serdana hevrê Herêm û nîşan bidin ku ne bi tenê ye.”

Bûdak, di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: “Ev tecrîda li ser Rêbertiyê, ne tenê li ser Rêbertiyê ye; di kesayeta Rêbertiyê de li ser hemû gelê Kurd tê pêkanîn. Ji bona wê me bi çalakiyên xwe yên xurt wisa kir ku hêza dijmin bişkê û hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe. Heya niha du hevdîtin bi Rêbertî re hatine çêkirin, em di wê hêviyê de ne ku ev hevdîtinên hatine çêkirin jî serkeftin û azadiyê ji bona gelê Kurd bîne.”

Bûdak, bal kişanda ser hevdîtina bi Ocalan re hatî kirin, diyar kir ku hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bi giştî qediyaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevdîtinên ku bi Rêbertiyê re hatine çêkirin, nayê wê wateyê ku tecrîd hatiye şikandin. Lê belê gelê me bi hêza xwe ya berxwedêr wisa kir ku çavên dijmin bitirsîne û hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe. Ev hevdîtin, wê bixwe re pêvajoyek nû bîne û em xwedî wê hêviyê ne ku riya çareserî û serkeftinê bi wan hevdîtinan were misogerkirin.

Em bi navê şandeya Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê serkeftinê ji bo hevrê Herêm dixwazin û di kesayetiya hevrê Herêm de ji hemû hevrêyên berxwedêr re serkeftin dixwazin, silav û rêzên xwe dişînin. Em bawer in, serkeftin a me ye.”

Herêm Mehmûd ê ku ev 89 roj in di greva birçîbûnê de ye jî, xêrhatina şandeyê kir û got: “Ev çalakiya ku min dayî destpêkirin, ji bo mirovahî, jiyanek azad û serkeftina gelê Kurd û Rêbertiyê daye destpêkirin. Ez dibêjim ku ev hevdîtinên bi Rêbertiyê re hatine çêkirin, nayê wateya ku tecrîd hatiye şikandin, tecrîd hîna jî berdewam e. Divê em berxwedan û tekoşîna xwe hîn geştir bikin, da ku em tecrîdê bi giştî bişkînin.”

Herêm Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila kes hêviyên xwe qut neke, wê serkeftina gelê Kurd û Kurdistanê be, ez dîsa xêrhatina we dikim û serkeftinê ji hemû gelê Kurd û hevalên berxwedêr re dixwazim, serkeftin a gelê me ye, serkeftin a gelê Kurd e.”