Şandeya Mexmûrê serdana Nasir Yagiz kir

Şandeyeke Meclîsa Demokratîk a Gel a Mexmûrê ji bo piştgiriyê doh çûbû serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Herêm Mehmûd, îro jî çû serdana Nasir Yagiz ku li nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye.

Berxwedana greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê di roja 185'an de bi biryardarî didome. Şandeyeke Meclîsa Demokratîk a Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê ji bo piştgiriyê çû serdana Yagiz ê li nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê berxwedana xwe didomîne.

Di serdanê de li ser navê şandeyê Mamoste Mistefa Ergen axivî û got: "Bi navê şandeya wargehê me biryarek dabû ku li ser navê saziyên wargehê, weke meclîsa giştî em serdana çalakgerên Başûrê Kurdistanê bikin.

Ev du roj in me dest bi serdanê kirine.  Me doh li Kelar, Silêmanî û îro jî li Hewlêr li Nûnertiya HDP'ê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kir. Em weke şandeya Meclîsa Demokratîk Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmurê bi vê serdanê pir keyfxweş bûn. Me ji berxwedêran hêvî û bawerî, vîndarî girt.”

Ergen bal kişand ser rista têkoşîn bû berxwedanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila dijminê gelê Kurd bizanibe ku wê ti caran politîkayên wan yên qirêj bi ser nekevin. Wê faşizima ku tê meşandin wê tu carî bi ser nekefe, wê her tim azadî û serkeftin ya gelê Kurd be. Em bi dil û can bi berxwedêran re ne. Em bawer in ku wê ev berxwedana wan bi serkeftinê bi encam be.”