Şandeya KNK'ê ji bo 'kongreya neteweyî' çû serdana YNK'ê

KNK'ê banga Kongreya Neteweyî kir û ji bo hevdîtinan pêşî serî li YNK'ê da.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) duh li Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi rojeva banga kongreya neteweyî da û îro jî serdana xwe ya pêşî li Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) kir.

Şandeya KNK'ê ya ku ji Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamên Konseya KNK’ê Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û endamê KNK’ê Ferhat Doskî pêk hatî ji bo serdana xwe ya pêşî bike seriyek da navenda giştî ya YNK’ê. Şande ji hêla endamên polîtburoya YNK’ê û rêveberiya wê ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.

KNK'ê duh bi civîna çapemeniyê ku li Silêmanî pêk anî diyar kiribû ku ji bo platforma ku Kongreya Neteweyî ya Kurd lê were nîqaşkirin bi partiyên siyasî û beşên civakî yên çar parçeyên Kurdistanê re nîqaş dane destpêkirin û piştî ku nîqaş heta bi astekê hatine xebatên kongreyê dîsa dane destpêkirin.

Şandeya KNK’ê, piştî YNK’ê îro saet 12.30’an wê bi Tevgera Goran re rûnê. Şandeya KNK’ê piştî hevdîtinên li Silêmanî wê derbasî Hewlêrê bibe, li vir jî di serî de Partiya Demokrat a Kurdistanê wê bi partiyên din ên siyasî re rûnê.