Şandeya KNK'ê bi Komîsyona Mafên Mirovan re hevdîtin kir

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo nîqaşkirina rewşa mafên mirovan, bi Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad serdana Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê kir. Şandeya KNK’ê ji aliyê Seroka Desteya Mafê Mirovan ya Herêma Kurdistanê Muna Yuhena Yaqo û hinek endamên din ên desteyê ve hate pêşwazîkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê naveroka hevdîtinê daxuyaniyek da û wiha got: “Em piştgiriya her hewldanekî ji bo pêşîlêgirtina li binpêkirinên mafên mirovan dikin.”

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rewşa xerab a mafên mirovan û binpêkirinên mafên mirovan hatiye nîqaşkirin û ev tişt hatin gotin: “ Herdu aliyan diyar kirin ku divê demildest rê li pêşiya hemû binpêkirina were girtin.“