KNK li Parlementoya Kurdistanê bi 5 partiyên Başûr re civiya

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) îro serdana Parlementoya Herêma Kurdistanê kir û li bi 5 komên partiyên siyasî yên nava parlementoyê re civiya û behsa dagirkeriya Tirk kirin.

Serdanê Kongerya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya di çarçoveya yekîtiya netewî ya li Başûrê Kurdistanê didome.

Şandeya KNK’ê ku ji Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, Zeyneb Mustefa, Raman Mecîd û Bêkes Qadir pêktê, serdana Parlementoya Herêma Kurdistanê kir.

Şande bi koma Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Nifşê Nû re civiya.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di derbarê naveroka civînan de ji Rojnews’ê re diyar kir wan di derheqê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de axivîne.

Zeyneb Murad destnîşan kir ku hewildan hene daku parlemento li ser mijara dagirkeriyê bicive û bikare li dijî dagirkeriyê bi rola xwe rabe.

Her wiha Murad da xuyakirin ku  hinek alî hewil didin tenê mijara dar birînê têxin rojevê, lê divê were zanîn darbirîn û şewitandina xwezaya Kurdistanê di encama dagirkeriyê de tê kirin.

Hevseroka KNK’ê got: “Pêwîste li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestek eşkere hebe û parlemento bikare li ser asta navnetewî li dijî dagirkeriyê bi rola xwe rabe.”