Şandeya HDP'ê serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay û wekîl ji bo cejnê serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP ji bo cejnê serdana malbata Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Şandeya HDP'ê serdana xwîşka Ocalan Fatma Ocalan û birayê Wî Mehmet Ocalan kir. Di nav şandeyê de ji bilî Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wekîla Rihayê Ayşe Surucu, wekîlê Dîlokê Mahmut Togrul û dilxwazên partiyê jî hazir bûn.

Mehmet Ocalan dema serdanê bal kişande ser axaftina bi telefonê ya 25'ê Adarê ku çar deqe û nîvan dom kirî û gotinên Ocalan bi bîr xist, ku Ocalan gotibû, ''Dewlet şaş dilîze, hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e jî. Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re biaxivin.''

Ji bo tiştên ku rû dane Mehmet Ocalan diyar kir, ''Ev ne exlaqî, ne siyasî û ne jî wijdanî ye'' û got, ''Dewlet lîstikan dike. Divê neyê qebûlkirin. Rayedarên girtîgehan ne bi vîna xwe tevdigerin.''