Şandeya Bakurê Kurdistanê bi rewşenbîrên Başûr re li ser yekîtiyê kom bûn

Şandekî ji nûnerên partî û aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li gel rewşenbîr û nivîskarên Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê derbarê yekîtiya netewî û yekrêziyê de li hev kom bûn.

Şandeya ji nûner û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li gel Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêma Kurdistanê li hola xwaringeha Ebu Şehabî a li bajarê Hewlêrê hevdîtinek li gel nivîskar û nûnerê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin.

Şanda nûnerê aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ji endamê rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê a Tirkiyê Hozan Kardaş, Serokê Giştî a Partiya Maf û Azadî Mihemed Qeremeç endamê rêveberiya Partiya Maf û Azadiya Kurdistan Cemal Satir, Hevserokê Giştî a Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Ozturk û parlementerê HDP’ê Ayşê Acar Başaran ya li parlemena Tirkiyê pêk dihat.

Endamê rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê Hozan Kardaş ragihand, ew hevpeyana ku li Bakurê Kurdistanê hatî kirin bi wê hevpeymaniyê pêşketin li ser hemû asta Kurdistanê bê kirin ji ber ku tenê yekîtî û hevpeymaniya yekrêziyê dikare bibe bersiv ji rewşa niha re.

‘TIRIYE DAÎŞ’Ê DIPEJIRÎNE, LÊ KURDAN NA’

Endama parlemena HDP’ê Ayşe Acar Başaran got: “Ev sedsala ku em têde dijîn sedsala Kurdne. Divê em wê derfetê ji bo yekîtiya netewî bikar bînîn. Ji ber ku dewleta Tirk li ser tinekirina gelê Kurd li hevkirine. Dema ku DAÎŞ bûyî cîranê Tirkiyê wê demê êrîşî Sûriyê ne dikir lê dema ku Kurd bûyîn xwedî rêveberî û cîranê Tirkiyê wê demê dagirkerên Tirk êrîş kirin. Ev jî tê wê wateyê ku Tirk DAÎŞ’ê qebûl dike lê li aliyê din Kurdan na pejirîne.”

Di heman demê de Acar bibîr xist ku li Başûrê Kurdistanê jî dema referandûma gel hatî kirin yekem dewleta Tirk li dijî biryara gelê Başûrê Kurdistanê derket. Sinor li ser Başûr girt û heqaret li rêveberên Başûrê Kurdistanê kir. Divê li beramberî wan planan û hişmendiyê agihdarbin.

‘JI BER NEBÛNA YEK KURD WIHA NE’

Serokê Partiya Maf û Azadî Mihemed Qeremuç jî got: “Yekitiya netewî û yekrêziya di nava mala Kurd de, di demê Ehmedê Xanî de qala wan hatiye kirin ku daxwaz hatiye kirin ku ev çarsed sale li ser wan daxwzan re derbasbûne, lê heta niha me nekarîne wan daxwazan pêkbînin. Di demên borî de her tiştên ku bi serê Kurdan hatîn hemû jî ji ber nebûna yekrêziya gelê Kurd e.”

‘DIVÊ KURD YEK BIN’

Hevserokê Giştî a Kongra Civaka Demokratîk Bedran Ozturk jî got: “Sazî, rewşenbîr, rojnamevan û aqilmendên Kurd fermanek ji partiyên siyasî yên Kurdistanê re dide û ji me re dibêje; Yekîtiya netewî çêbikin hevpeymaniyekê pêkbînin ew fermanên ku wan xwestîn divê gel wana pêk bînin. Rast e hemû parçeyên Kurdistanê xwedî fikr û partiyên cuda ne, ew gelek baş e ku dewlemendî û demokrasiye. Lê divê her aliyek xwedî nirxê xwe hebe hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser yekrêziyêbin, ew jî Kurd û Kurdistan û yekîtiya gelê Kurde.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk ragihand, ev qonax qonaxa gelê Kurd e, divê bi bawerî yekîtî û yekrêzî bê çêkirin ji bo ku em bikarin heqên xwe bi parêzîn û bidestbêxin.

Piştî axaftinên şanda Bakûr nivîkar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê jî axivîn, pîrozbahî û piştgiriya xwe ji bo hevpeymaniya Kurdên Bakûrê Kurdistanê re anîn ziman û bal kişan li ser vê divê ew hevpeyman li ser Kurdistanê hemû bê pêkanîn.