Şandeya Aştî û Azadiyê serdana Tevgera Goran kir

Ji bo pêkanîna eniyek li dijî dagirkeriyê û hewldana ji bo anîna ba hev a hêzên siyasî ya li dijî dagirkeriyê Şandeya Aştî û Azadiyê ya Navneteweyî serdana Serokê Tevgera Goran Omer Seyid Elî kir.

Li Silêmaniyê Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî  li Navenda Giştî Tevgera Goran bi Serokê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û çend endamên din ên Tevgera Goran re hevdîtin kir.

Armanca hewldanên Şandeya Aştî û Azadî ya ku ev çend roj in li Herêma Kurdistanê li herêmê pêkanîna aramî û avakirina eniyek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha çareserkirina aloziya li Herêma Kurdistanê heye.

Piştî hevdîtinê şandeyê serdana gora damezînerê Tevgera Goran  Newşîrwan Mistefa kir.

Şandeya Aştî û Azadî ya Navnetewî,  ji çend welatên cuda yên Ewropa ji bo piştgiriya gelê Kurd û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatine Herêma Kurdistanê. Di 14’ê Hezîranê de li Hewlêrê Kampanya ‘Însyatîfa Navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê û dlijî dagirkeriya Tirkiyeyê’ ragihandibû.