Şandeya Aştî û Azadî serdana Tevgara Azadî kir

Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şûî) kir û dagirkeriya dewleta Tirk û şerê Kurd bi Kurd mijara hevdîtina wan bû.

Li Silêmaniyê hevdîtinên şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî hevdîtinên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir. Di hevdîtinê de dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya şerê Kurd bi Kurd guftûgokirin.

Endama Şandeyê Aştî û Azadiyê Nîko Vogêl got: “Em piştgiriya gelê Kurd dikin û em ji bo alîkariya gelê Kurd hatine. Pêşiya şerê kurdkujî bigirîn. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne. Em bi xebata jinan dilxweş in. Hêvîkarin ku zêdetir pêş bikevin. Ji ber ku azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe.”

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah jî axivî û got: “Em bi hatina we gelek dilxweş in. Di heman demê em ji ber astengiya li Hewlêrê li pêşiya we pêk hatî xemgînin. Bi salane em di nava têkoşînê de ne. Lê heta niha negihîşte armanca xwe. Lê niha destkeftî û azadî bi dest dikeve. Ev jî bi saya bîrdoziya Rêber Ocalan e.”

Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên jî axivî û got: “Em dilxweş in ku çavê gelê Kurd namîne li alîkariya dewletên Ewropa. Lê, bendewariya gelê Kurd li hevkarî û piştevaniya gelên Ewropa heye. Ji ber ku dewlet berjewendiyên hev diparêz in û gel jî hevdu diparêz in.”

Şandeya Aştî û Azadiyê piştî serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) çû serdana Baregeha Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şûî) ya li Silêmaniyê û li gel şandeyek Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) civiya.

Piştî hevdîtinê Endama Şandeyê Nîko Vogêl daxuyanî da û got: “Me li ser rewşa vê dawiyê ya Kurdistanê fikrên xwe bi hev re parve kir. Gelek xalên hevbeş di navbera me de hebû. Bi taybet li dijî dagirkeriyadewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê.”

Herwiha Berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şûî) ya Silêmaniyê Osman Zîndanî ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Hatina vê şandeyê ku li dijî dagirkeriyê ye, piştgiriya ji bo mafê rewa yê gelê Kurd û cihê şanaziyê ye ku ji bo Kurdistanê van hewldanên aştiyê dike.”