Îtirazên HDP'ê yên li Mûşê nehate qebûlkirin

Serlêdanên HDP'ê yên li ser dengdana li navenda Mûşê û navçeya Malazgîrtê hate redkirin. HDP wê serî li YSK'ê bide.

Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Mûşê, serlêdana HDP'ê ya ji bo jinûve jimartina 2 hezar 500 dengên nederbasdar hatine hesidandin, red kir. Li gorî encamên nemisoger, li Mûşê tifaqa AKP-MHP'ê 15 hezar 919, HDP'ê jî 15 hezar 381 deng wergirtin. Lê belê HDP'ê li encamên 103 sindoqan û 2 hezar 500 dengên nederbasdar hatin hesibandin, îtiraz kir.

Desteya Hibijartinê ya Bajêr li ser îtirazê li hev civiya, lê serlêdana HDP'ê red kir. HDP wê mijarê bibe ber destê YSK'ê.

Li navçeya Malazgîrt a Mûşê jî, di jimartinê de AKP tenê bi 3 dengan li pêşiya HDP'ê hate nîşandan û 432 deng nederbasdar hatin nîşandan. HDP'ê li ser vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Desteya Hilbijartinêya Navçeyê serlêdan red kir. HDP wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bide.

Tê gotin, Desteyên Hilbijartinê yên Navçe û Bajêr bi bandora zexta Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz biryara redkirinê dane. Gunduzoz berî ku encamên hilbijartinê bi fermî werin ragihandin serdana namzetê AKP'ê Feyat Asya kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamenter Huda Kaya û Garo Paylan wê îro saet 11'an li ber avahiya rêxistina partiyê ya bajêr li ser encamên degndanê û serlêdanên îtirazê civîneke çapemeniyê li dar bixin.