Îsmaîl Aydin ê ku SÎHA’yê ew birîndar kiribû sewqî Wanê kirin

Îsmail Aydin ê ku SÎHA’yê di 31'e Tebaxê de li gundê Talê yê Colemêrgê ew bi giranî birîndar kiribû, piştî 15 rojan li nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê hat dermankirin, sewqî Wanê hate kirin.

Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SÎHA) di 31'ê Tebaxê de li Gundê Talê yê Colemêrgê Mehmet Temel kuşt û 3 welatî jî birîndar kiribû. Yek ji welatiyê birîndar bûbû Îsmaîl Aydin piştî 15 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat dermankirin, sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hat kirin. Xalê Aydin Abdurrahman Temel, diyar kir ku rayedarên girtigehê bêyî agahiya malbatê xwarziyê wî Aydin sewqî Wanê kirine û wiha got: "Ji ber ku rewşa tenduristiya Îsmaîl Aydin ber bi xerabûnê ve diçe ew sewqî Wanê kirin. Îsmaîl bi rojan e li vir di komayê de ye. Ew xistin qawîşa girtiyan. Li vir enfeksiyon girt. Li vir rewşa wî xerabtir bû. Ji ber ku rewşa tenduristiya wî xerabtir bû, şandin Wanê. Em ji tenduristiya wî bi fikar in.”

 Di êrîşa SÎHA’yê ya di 31'ê Tebaxê de Mehmet Temel (35) jiyana xwe ji dest dabû. Mûsa Tarhan û Îbrahim Sak  jî birîndar bûbûn û tevî birînên xwe hatibûn girtin.