Însyatîfa Zarokên Agir: Rawestgeha Tramvayê hatiye şewitandin

Însyatîfa Zarokê Agir ragihand ku li Stenbolê rawestgeheke ya tramvayê û sîstema elektirîkê şewitandine.

Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyek nivîskî da, got: “3’yê Tîrmehê rawestgeha Tramvay a Marmara û sîstema elektirîkê ya li Bakirkoy a Stenbolê yekîneyên wan şewitandiye û bûye xwelî.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku elektirîka xeta Marmarê hatiye qûtkirin û demekê sefer hatine sekinandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku 4’ê Hezîranê li Kadikoya Stenbolê wesayîteke luks a faşîstekê hatiye şewitandin.