Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze li Hizbî Zehmetkêşan re rûnişt

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî li Silêmaniyê çû serdana Hizbî Zehmetkêşan.

Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna eniyek dijî dagirkeriya dewleta Tirk, şandeya Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî, li Silêmaniyê bi Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiyan.

Şandeya Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî, li Silêmaniyê, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên ji bo yekîtiya netewî ya di nava partiyên Kurdan de, bi Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya. Şande ji aliyê rêveberê Hizba Zehmetkêşan Ehmed Xidir û endamên hizbê ve hatin pêşwazî kirin.

Li gorî agahiyên hatine standin civîn li ser dagirkeriya dewleta Tirk, hemberî dagirkeriyê pêkanîna eniyek nîştimanî ya dijî dagirkeriyê bû.

Hate zanîn ku rêveber û endamên hizba Zehmetkêşan jî diyar kirine, helwesta hizba wan helwestek nîştimanî ye û ew piştgiriya hemû hewldanên ji bo aştiyê dikin.

Hewldanên şandeya Navnetewî yên ji bo pêkanîna eniyek dijî dagirkeriyê dewam dikin. Divê çarçoveyê de serdanên şandeyê li Başûrê Kurdistanê didome.