Înanç ê ku endezyarê zîreetê ye, çawa bû midûrê AFAD'ê?

Eşkere bû ku Midûrê AFAD'ê yê Wanê Nevzat Înanç endezyarê Zîreetê ye û ji ber ku nêzî AKP'ê ye bûye midûrê AFAD'ê.

Di felaketa aşûtê de ya li navçeya Miksê ya Wanê rû da û 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, xemsariya rayedaran balê dikişîne.

Piştî felaketa aşûtê Serşêwirmenda Serokkomarê Tirk Erdogan Gulşen Orhan bi armanca şova siyasî tevî cerdevan, polîs û leşkeran berê xwe da cihê bûyerê, Orhan ji AFAD'ê re got, 'Hûn jî tevî hemû tîmên xwe bên wê derê", midûrê AFAD'ê jî li ber ranebû û tîmên xwe şand herêmê. Tê gotin ku van hemûyan rê li ber wê yekê vekir ku hejmara miriyan zêde bibe.

PÎŞEYÊ XWE ENDEZYARÊ ZÎREETÊ YE

Midûrê AFAD'ê yê Wanê Nevzat Înanç, hîndekariya xwe ya bilind li Fakulteya Zîreetê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê qedand û bû Endezyarê Zîreetê.

Nevzat Înanç ji salên 1990'î heta dawiya salên 2000'î li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê weke 'wezîfedarê ewlekariyê' xebitî. Piştî ku AKP bû desthilatdar, jiyana Înanç guherî. Înanç ji ber ku tevî malbata xwe nêzî AKP'ê bû, tevî ku jê fêhm nedikir jî di sala 2014'an de ew kirin Midûrê AFAD'ê. Înanç dema ku wezîfedarekî ji rêzê yê ewlekariyê bû ew kirin midûrê AFAD'ê. Ev rewş, piştî felaketa aşûtê ya li Miksê rû da ji nû ve kete rojevê.

Serşêwirmenda Erdogan Gulşen Orhan ku di nava raya giştî de weke berpirsyara komkujiyê tê nîşandan, fermana "Tîmên xwe hemûyan amade bikin û werin herêma aşûtê" da Înanç, ew jî li ber ranebû û tîmên xwe hemû şand, bi vî rengî bû sedem ku komkujî mezintir bibe.

Înanç ku li ber ên ku ew kirine midûr ranabe û hîn bêhtir hewl dide xwe li ber dilê wan şîrîn bike, li ser bûyera aşûtê heta niha daxuyaniyek jî nedaye.