Îlhama Apoyî da gotin: Hûn nikarin me bikujin!

Gerîla Serhad, Sarya, Rûken, Canfeda, Kamûran, Xebat û Zafer tunelek kirin çepereke şer. Gelek caran li bîra wan xist ku ew şervan in: "Hûn nikarin me bikujin, gava ku dema wê hat, em ê bimirin."

Yekane rastiya ku birîna dîroka Kurdistanê bipêçe ew e, ku çîroka jiyana şervanan bê vegotin, li ser zimanan bê gerandin. Wê demê wê birîn bê pêçandin. Heft şervanên PKK'ê gotin, "Hûn nikarin me bikujin" û ber bi ronahiyê ve çûn. Şervanên ku di tunelên tarî de bûn ronahî. Niha berxwedana şervanan wê bibe tilîlî û deng vede.

Wan şervanan tuneleke ku du kes tê re derba nabe, kirin qada şer û keleha berxwedanê. Gerîla Serhat, Sarya, Rûken; Canfeda, Kamûran, Xebat û Zafer tunelek kirin çeperê şer. Wan sond xwaribûn ku welatê Kurdistanê heta dawiyê biparêzin, heta azadiyê bibin şervanên ked û dilsoziyê li çiyayên Kurdistanê. Li dijî zîhniyeteke genî ya bi navê dewletê, van hev şervanan pişta xwe spartin çiyayên xwe û li ber xwe dan. Neferên artêşeke serketî: berxwedêrên Mamreşo. Baş e, hêza ku wan bi rê ve dibe çi ye? Baweriya bê dawî ku heta kêliya dawî jiyanê li ser mirinê ferz dike çi ye? Çavkaniya vê hêviya serketinê çi ye?

Artêşa Tirk a tecawizkar di 23'ê Nîsana 2021'ê de li Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Û bi giraniyeke mezin êriş bir ser yek ji bihuştên Zagrosê qada Avaşînê. Herî zêde hewl da ku xeta Zap û Avaşînê ji hev qut bike, Metîna û Avaşînê ji hev cihê bike. Û hîn jî hewl dide. Êriş bir ser qada Mamreşo ya li qada Avaşînê. Teknîka xwe bi temamî bi kar anî, ji ber ku bêencam ma vê carê kîmyasal bi kar anî.

Mamreşo û kurên wî Aris û Faris sala 1994-95'an ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve dîl hatibûn girtin û ji bo cihê gerîla hîn bibin êşkence li wan kiribûn û ew şehîd xistibûn. Navê van lehengan li vê qadê hatiye kirin. Li gel êşkencey agiran jî welatparêzê mezin Mamreşo cihê gerîla ji wan re nabêje. Êşkenceyê li wî û kurên wî Aris û Faris dikin. Çeteyên êşkencekar Mamreşo li helîkopterê siwar dike û jê diavêjin. Mamreşo li wir şehîd dibe. Gerîla ji bo bîranîna Mamreşo yê berxwedêr navê wî li vê herêmê dike. Navê kurên wî Aris û Faris jî li qada kêleka wê dikin. Gerîla xwedî li vê malbata berxwedêr derdikeve û heta niha jî li çiyê xwedî li bîranîna wan derdikeve. Berxwedana Mamreşo hîn jî di vê demê de dimeşînin.

Artêşa Tirk a dagirker li gel teknîka xwe 11 rojan nekarî li qada Mamreşo bikeve çeperên gerîla. Gerîla Serhat û hevrêyên wî ne tenê çeperên xwe parastin, gelek caran derketin derve û bi çekên xwe yên kêm derbên giran li dijminê mirovahiyê xistin, gelek ji wan ceza kirin. Hev parastin heta kêliya dawî, navên wan bû banga dawî ya jiyanê. Fermandarên wan ji wan re gotin, 'vekişin, we li ber xwe dan, vekişin', lê guh nedan vê bangê. Li hev nihêrîn û di rûyê hev de bîranîna wê qadê dîtin. Û li dengê 'teslîm bibin, teslîm bibin' vegeriyan. Gelek caran li bîra wan xistin ku ew şervan in. Bûn yek, xwe gihandin hev û kirin qîrîn...

"Hûn nikarin me bikujin, gava ku dema wê hat em ê bimirin."

Bi îlhama Apoyî van şervanan li ber xwe dan. Ya ku bi ser bixîne, ya ku birîna dîrokî bipêçe jî ev îlham e.