ÎHD: Walîtî kujerên Hantaş diparêze

Komela Mafên Mirovan diyar kir ku Walîtiya qetilkirina Recep Hantaş berevajî dike û polîsan diparêze.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê derbarê qetilkirina Recep Hantaş ê ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘WALÎTÎ HEWL DIDE POLÎSAN BIPARÊZE’

ÎHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Walîtiya Amedê polîsên kujer diparêze û got ku “Hê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn nedaye destpêkirin û ji raya giştî re tu agahdarî nehatiye kirin, Walîtiya Amedê daxuyaniyek daye û walîtî dixwaze polîsan biparêze. Walîtiya Amedê bi daxuyaniyên wisa hewl dide hêzên ewlekariyê biparêze û bandorê li pêvajoya lêpirsînê bike.

Di dîmenên qetilkirinê de tê dîtin ku Hantaş pişta wî bi polîsê gumanbar ve ye û li ser wî tu çek tune lê polîs, Hantaş dike hedef. Ev dîmen daxuyaniya Walîtiya Amedê pûç dike.

Di rapora otopsiyê ya Recep Hantaş de tê diyarkirin ku 2 gule li Hantaş ketiye. Guleyek ji stûyê wî ketiye û ji çavê wî derketiye. Di heman demê de guleyek jî li çonga wî ketiye. Li gorî raporê tê diyarkirin ku polîs bi nêta kuştinê gule bera Hantaş daye. Di heman demê de di bedena Hantaş de parçeyên şarapnelê jî hatiye tespîtkirin û ev jî diyar dike ku çekeke giran hatiye teqandin.

Ev jî diyar dike ku rayeya teqandina çekan a hêzê ewlekariyê berfireh bûye û hêzên ewlekariyê di bûyereke biçûk de vê rayeya teqandina çekan bi kar tîne.”