ÎHD'ê ji bo vemirandina şewata li Şemzînanê bang kir

Şaxê Colemêrgê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çû Şemzînanê û ji bo vemirandina şewatê bi rengekî lezgîn bang kir.

Di daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Piştî Dersimê li Şemzînanê şewatê dest pê kir. Ji bo vemirandinê hewldanên pêwîst nayên kirin."

ÎHD'ê bi bîr xist ku şewat gevê li zeviyên şêniyên herêmê dixe, ku ev yek jî metirsî li ser debar û jiyana mirovan e û got, "Tedbîra ji bo xwezayê bê wergirtin, tedbîra ji bo mirovahiyê ye."

Şewata daristanê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li bejahiya gundikên Begirdî û Gerketê ya gundê Nehrî 1'ê Îlonê dest pê kir. Dewleta Tirk ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye, gundî hewl didin bi derfetên xwe vemirîne.

Şewata ku 30'ê Tebaxê li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê dest pê kir bi giranî hate kontrolkirin. Li ser zêdebûna nerazîbûna raya giştî ji hewayê ve karê vemirandina şewatê dest pê kir.

Ji ber şewata ku gihîşt heta gundê Hurmuzê yê navçeya Motkiyê herî kêm 20 hektar qada daristanî şewitî. Hate ragihandin ku li çiyayê Bozê bi bandora bê şewat li hin deveran bilind dibe.