ÎHD'ê ji bo girtiyan hişyarî da: Li ber mirinê ne!

Şaxê Amedê yê ÎHD'ê têkildarî rewşa girtiyên nexweş hişyarî da û diyar kir, "Divê tavilê bên berdan." Komeleyê ragihand ku herî kêm 1334 girtiyên nexweş hene.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şafîî Hayme ku 1'ê Hezîrana 2020'an serî li komeleya me da, diyar kir ku Soydan Akay ku ew wasiyê wî ye, 27 sal in li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê hatiye hiştin, ji sala 2018'an û vir ve tedawiya kansera prostatê dibîne, her wiha romatîzma, hepatît B û spazma dil pê re heye. Ragihand ku Soydan 2 salên dawî ne li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê li hucreya yek kesî tê hiştin û nikare tedawî bibe. Diyar kir ku Soydan zêdeyî 6 meh in mafê xwe yê telefon û hevdîtinê bi kar tîne û bi vî rengî vê rewşê şermezar dike."

'HERÎ KÊM 1334 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelek girtiyên nexweş li ber mirinê ne û hate gotin, "Tenê di sala 2019'an de li girtîgehên herêmê 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di meha Gulana 2020'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê Sabrî Kaya li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Vefa Kartal ên girtiyên nexweş bûn mixabin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên komeleya me 1334 girtiyên nexweş hene ku rewşa 458 ji wan giran e.

Bi navê parêzvanên mafên mirovan em dixwazin bêjin ku tedawiya pirsgirêkên tenduristiyê yên Soydan Akay ku krîtîk e şertekî destûra bingehînî ye û eger encamên neyînî rû bidin wê Wezareta Edaletê jê berpirsyar be."

'DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'

ÎHD'ê gavên ku divê bên avêtin wiha destnîşan kir:

*Girtiyên bi nexweşiyên giran ên hîn jî girtî ne, bi rapora ji nexweşxaneyeke têrker tavilê bên berdan, tedawiya wan li gel malbatên wan bên dewamkirin û sîgorta wan a tenduristiyê ji aliyê dewletê ve bê dayin.

*Saziya Tipa Edlî nebe saziya dawî û yekane ya biryardana li ser taloqkirina înfaza ceza ya ji ber tenduristiyê.

*Di biryardana taloqkirina înfaza ceza de ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, erka dozgerên komarê bê bidawîkirin, li gorî raporên nexweşxaneyan biryar bê dayin.

*Pîvana 'ji bo ewlekariya civakê metirsîdar e' ya ku li pêşiya taloqkirina înfaza ceza ya girtiyên nexweş asteng e, ji qanûnê bê derxistin.

*Benda 16'an a xala 107'an ku li pêşiya taloqkirina înfaza ceza asteng e bê rakirin.

*Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Kaytan-Tirkiyeyê, girtiyên ku li gorî temen û rewşa tenduristiyê dikarin bên berdan li cihekî guncaw bên bicihkirin.

* Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Gulay Çetîn-Tirkiye bi cih bê anîn, divê bê zanîn ku bernedana girtiyên nexweş binpêkirina xala 3'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye."