Îgrek: Dewleta Tirk ji bo di dîzayna nû de cih bigire şer dike

Îgrek bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn û projeya nû û got: “Dewlet Tirk li Rojhilata Navîn serkêşiya şer dike. Li dijî vê hişmendiya qirker êdî ne tenê gelê Kurd, li herêmê gelek pêkhate, li gelek welatan têkoşîn tê kirin.”

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Fîkret Îgrek tevlî bernameya Televîzyona Çira Tv bû li ser rewşa Rojhilata Navîn û bûyerên li herêmê rû didin bersiva pirsa Rojnamevan Merwan Şengalî da. 

Îgrek bal kişand ser siyaseta dagirkeran a li ser Rojhilata Navîn û diyar kir ku plan û projeyên niha li qadê di meriyetê de ne, ne niha hatine danîn û got: “Li dijî şerê qirkirina gelan têkoşînek pir mezin tê kirin.”

Îgrek wiha domand: “Ev pirsgirêkên niha li Rojhilata Navîn hene, ne tiştên nû ne û ji peymana Lozan û Sykes Pîcot’ê ve hene û hê jî dewam dikin. Bi nêzîkbûna Peymana Lozanê re ev pirsgirêk û alozî zêdetir dibin. Her welatekî hegomon dixwaze serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn zêdetir bike û bibe desthilat. Ji bo pêkanîna armancên xwe yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo ji bo xwe asteng dîtin. Ji bo wê bi komployeke navneteweyî 1998’an dîl girtin. Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê tasfiye bike. Sala 2014’an ji bo Rojhilata Navîn projeyek a çareseriyê derxistin, yek ji van kesên di vê projeyê de aktîv rol lîst Erdogan bû. Berî ragihandin projeyê pêşiya Erdogan vekirin û Erdogan jî têkiliya xwe bi komên Îslamî re dan heta komên cîhadîst derketin. Dîsa beriya wê sala 2010’an rê li ber serhildanên gelan a ku weke ‘Bihara Ereban’ hate pênasekirin vekir û piştre çeteyên DAÎŞ’ê dom kir.”

Îgrek destnîşan kir ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Şengalê û civaka Êzidî beşek ji vê projeyê bû û wiha nirxand: “Ji bo parçekirin û dîzayna nû, her wiha ferzkirina desthilatdariyê û taybet li ser axa Kurdisanê. Êrîşên li ser Bakur, Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriye, êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê, dîsa pîlanên roja îro li ser Şengalê tê kirin, girêdayî vê konseptê ne. Projeya wan ku bi faşîzma AKP-MHP’ê dihate meşandin, piştî mudaxeleya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi taybetî ya li Kobanê û Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, dîsa biratiya gelan, wekheviya li Rojava û Şengal û ya bi paradîgmaya Rêber Apo û gelek welatên din bi pêş ket, ev yek bû kelemek li pêşiya hêzên hegemon.

Ji ber vê yekê siyaseta kuştin, qetilkirin, li ser gelê Kurd hate destpêkirin. Ev hêzên hegemon piranî endamên NATO’yê ne. Di serî de dewleta Tirk û hevalbendê wê bi biryara NATO’yê vê siyasetê dikin. Ji xwe bêdengiya NATO ya li ber vê zelal e.”

Fîkret Îgrek qala êrîşên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: “Niha şerekî pir giran li Zap, Metîna û Avaşîn tê kirin. Dîsa berî vê gefa êrîşan û peymana li ser Şengalê hatibûn îmzekirin, tev ji vê projeyê ne cuda ne. Li dijî vê hişmendiya qirker êdî ne tenê gelê Kurd, li herêmê gelek pêkhate, li gelek welatan têkoşîn tê kirin.

Ev şer hemû ji bo dîzaynek nû bidin Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk ji bo vê pêk bîne, bi rêbazên cuda li gel DAÎŞ'ê û komên tundraw ketin nava hewldanan. Lê tevî her tiştî ev yek bi berxwedan gel bi ser neket. Niha jî Tirkiye bi xwe û çeteyan ketine dewrê. Niha dixwazin li gorî proje û dîzayna nû kar bikin. Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di çarçoveya van planan de ne. Ji bo vê jî pêk bîne, hikûmeta Iraqê jî li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne, çi dixwazin pê didin kirin.”