Îdîayên têkildarî Bekîr Kaya cara duyemîn hatin pûçkirin, lê belê...

Îdîayên ku Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya pê tê sûcdar kirin, bi awayekî fermî hatin pûçkirin. Lê belê tevî vê yekê jî 18 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Parêzer Bekîr Kaya di hilbijartinên xwecihî yên 29'ê Adara 2009'an de ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate hilbijartin. Di sala duyemîn a wezîfeya xwe de di dema erdheja Wanê de bi 'operasyonên KCK'ê hate destgîrkirin, di 17'ê Hezîrana 2012'an de hate girtin û ew xistin zindanê. Di îdîanameyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hate amadekirin, hate îdîakirin ku sala 2011'an di dema çalakiyên şermezarkirina YSK'ê de avahiyên cemaweriyê ji ber molotofên xwepêşandêran şewitiye û Kaya jî nehiştiye wesayitên arkujiyê biçin wan avahiyan.

Di rûniştina sala 2013'an de ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn, eşkere bû ku dîmenê têkildarî îdîayê hatiye pêşkêşkirin, dîmenekî montajkirî ye. Dadgehê tevî vê yekê jî 8 sal û 9 meh ceza li Bekîr Kaya, Cuneyt Caniş, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir, Metîn Adûgît, Mîhrîban Şah, Mûrat Dûrmaz û Velî Avci, 7 sal û 6 meh jî li Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan û Mehmet Şîrîn Yildiz û Dervîş Polat, 6 sal û 3 meh jî li Hecer Sarîhan birî.

DADGEHA BILIND BIRYAR BETAL KIR, LÊ DADGEHÊ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ JI NÛ VE BIRÎ

Lê belê piştî ku Daîreya Ceza ya 16'emîn biryar ji esasê ve betal kir, rûniştina dozê ji nû ve dest pê kir. Di dosyayê de dadgehê li ser biryara xwe israr kir û di doza bingehîn a KCK'ê de ji 6 sal û 3 mehan heta 8 sal û 9 mehan ceza li 13 bersûcan birî ku Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin Bekîr Kaya jî di nav de bû.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya piştî ku îdîayên di 'Doza KCK'ê de li dijî wî hatin kirin hatin pûçkirin, sala 2014'an ji nû ve ji bo hevşaredariyê hate hilbijartin. Lê belê di 17'ê Mijdara 2016'an de careke din hate girtin û qeyûm li şûna wî hate tayînkirin. Têkildarî Kaya ji aliYê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve ji nû ve îdîaname hate amadekirin û careke din di 'Doza KCK'ê de sûcdariya 'astengkirina wesayitan' bi versiyoneke nû hate bicihkirin. Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hate sûcdarkirin ku di dema çalakiyên Kobanê de mîna protestoyên YSK'ê, nehiştiye ku arkuj ji bajêr derkevin û dest li şewatê werdin...

Serokê Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Wanê (VANTSO) û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê ji AKP'ê Necdet Takva weke şahidekî nepen ji mufetîşên mulkiyeyê re gotiye ku şaredariya bajarê mezin bi ti rengî dest li şewatê wernedaye. Li Bekîr Kaya 8 sal û 3 meh ceza hate birîn. Kaya di parastina xwe de got, "Cezayê ku li min hatiye birîn negirîng e, lê belê bi rengekî adîl nêzî hevalên me yên din bibin ku tên darizandin."

DADGEHÊ BIRYARA XWE DA, LÊ BELÊ RAPORÊN MUFETÎŞAN DOZGERÎ DEREWAND

Di dema rûniştinên dozê de Wezareta Karên Hundir mufetîşek wezîfedar kir. Têkildarî îdîayên Serdozgeriya Wanê, daxwaza îfadeyê ji Hevşaredar Kaya, endamên Komîsyona Îmarê Cahît Bozbay, Giyasettîn Gultepe û Ayşan Harmanci kir. Piştî vê parastinê Wezareta Karên Hundir ji dozgeriyê û emniyetê agahî xwest ku Bekîr Kaya û endamên Komîsyona Îmarê 'Pêwendiya xwe bi PKK'ê re hene yan na, ji bo PKK'ê dixebitin an na, rêxistin di ser şaredariyan re sûdê werdigire yan na'.

Hate destnîşankirin ku di raporên emniyetê û dozgeriyê de ku ji Wezareta Karên Hundir re şandin, nehatiye tespîtkirin ku "PKK'ê bi fermanê ev kesên navborî dane xebitandin, yan jî zerar dane cemaweriyê û sûd wergirtiye." Piştî vê raporê Wezareta Karên Hundir ragihand ku îdîayên ku Bekîr Kaya û endamên Komîsyona Îmarê pê tên sûcdarkirin rasteqîn nînin û destûra lêpirsînê neda.