‘Êzidî venegerin ser axa xwe wê nikaribin mafên xwe û jenosîdê bidin qebûlkirin’

Mamostayê Zimanê Erebî Semîr Derwêş li ser vegera koçberan ji bo Şengalê axivî û anî ziman ku eger Êzidî li axa xwe venegerin, wê nikaribin mafê xwe bi dest bixin û jenpsîda li ser serê wan hatî bidin qebûlkirin.

Mamostayê Zimanê Erebî Semîr Derwêş bal kişand li ser vegera Êzdiyan ku di nava kampan de û banga vegerê li hemû Êzidiyan kir.

‘CIHÊ MAFÊ XWE LÊ BIPARÊZIN ŞENGAL E’

Derwêş anî ziman ku divê civaka Êzidî li kîjan deverê be vegerin ser cih û warên xwe û got: “Divê hemû gelê me yê Êzidî li koçberiyê dijîn, bila çarenivîsa xwe bi tu partiyên siyasî ve girê nede û Êzdatiyê li ser her tiştî re bibînin. Şengal li benda vegera gelê xwe ye. Êzidî di nava kîjan partiya siyasî de be, divê kar li ser vegera Şengalê bike, xizmetê ji bo gelê xwe bike. Ji derveyî Şengalê wê Êzidî nikaribin li koçberiyê daxwaza mafê xwe bikin. Cihê em lê daxwaz û parastina mafê xwe bikin, jenosîdê bidin qebûlkirin Şengal e. Ji bo wê divê Êzidî xwe rêxistin bikin, vegerin ser mal û milên xwe. Dîsa gelek aliyên siyasî hene ji ber berjewendiyên xwe rê nadin vegera gel. Pêwîste Êzidî ji vê yekê hişyar bin.

‘KCK DILSOZÊ CIVAKA ME YE’

Em vê bangê pîroz dibînin û KCK’ê dilsozê civaka Êzidî dibînin. Ev bang li gorî berjewendiyên gelê me ye. Pêwîst e gelê me li ser vê bifikire, çawa ku xêrxwazên me, me difikirin.. Her kes baş dizane ji derveyî vegera li Şengalê ti çareseriyek din ji bo Êzidiyan nîne. Em dibînin gerîla di nava şer û berxwedaneke mezin de ye, lê dîsa li me difikirin.”

‘NAXWAZIN ÊZIDÎ VEGERIN ŞENGALÊ’

Derwêş diyar kir ku di hinek aliyan de Êzidî bi xwe li pêşiya daxwazên xwe dibin asteng û anî ziman ku mayîna Êzidiyan a di nava konan de zirarê dide doza Êzidiyan û got: “Aliyên siyasî jî nevegera Êzidiyan ji bo xwe bikar tînin, diyar dikin ku Şengal ne ewle ye ji bo wê kes venagerin.Em bang li gelê xwe dikin ku nekevin di bin bandora tu partiyeke siyasî û taybet li ser wan şerê taybet tê kirin. Ji xwe armanca wan ew e ku naxwazin Êzidî vegerin Şengalê.”

PADÊ XWE JI BO HILBIJARTINÊ AMADE DIKE

Derwêş têkildarî tevlîbûna Partiya Azad û Demokrasî ya Êzidî (PADÊ) ya bi awayekî serbixwe ya ji bo hilbijartinên Iraqê ku li ser navê civaka Êzidî tevlî bibe jî nêrînên xwe parve kir û got: “Partiya PADÊ di berjewendiyên civaka Êzidî de ye. Niha 8 kes bernamzet in û wê tevlî hilbijartinê bibin. Ev jî wisa dike ku dengê Êzidiyan belav bibe. Em baş dizanin niha 8 kesên xwe kirine namzet ji aliyê hinek partiyên siyasî yên din ve hatine nîşandan, ji bo dengê Êzidiyan belav bibe. Ji bo Êzidî nekaribin nûnerên xwe yên rasteqîn rêbikin parlementoyê. Di hilbijartina derbasbûyî de jî helwesta PADÊ diyar bû, xwest ku Êzidî bi lîsteyeke hevpar biçin hilbijartinê, lê ev yek nehate qebûlkirin. PADÊ serbixwe xwe ji bo hilbijartinê amade dike. Em ji vê helwestê dizanin ku PADÊ ji bo xizmeta Êzidiyan kar dike û dixwaze bibe dengê Êzidiyan.”

‘VEGERIN SER WARÊN XWE’

Herî dawî Derwêş bang li hemû Êzidiyan kir ku berî hilbijartinê vegerin ser malên xwe û got: “Eger Êzidî berî hilbijartinê venegerin Şengalê, ew di wê baweriyê de ne piştî hilbijartinê desthilata Başûr karê wan bi wan namîne û wê sûda ji Êzidiyan a di hilbijartinê de girtî, piştguh bike û Êzidiyên li kampan terkî qedera wan bike. Ji bo wê divê Êzidî bi xwe biryara xwe bidin.”